Here naverokê

Selahattin Demirtaş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Selahattin Demirtaş
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan
Wezîfedarî
22ê hezîrana 2014an – 11ê sibata 2018an
BerêErtuğrul Kürkçü
PaşêSezai Temelli
Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê
Wezîfedarî
1ê sibata 2010an – 22ê nîsana 2014an
BerêMustafa Ayzit
Demir Çelik
PaşêPartî hat girtin
Binêre Partiya Herêmên Demokratîk
Parlamenterê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Wezîfedarî
22ê tîrmeha 2007an – 7ê tîrmeha 2018an
Herêma
hilbijartinê
Diyarbekir (2007)
Hekarî (2011)
Jiyan
Jidayikbûn10ê nîsana 1973an
Palo, Xarpêt, Bakurê Kurdistanê
Partiya siyasîPartiya Civaka Demokratîk
(Bêriya 2008)
Partiya Aştî û Demokrasiyê
(2008–2014)
Partiya Demokratîk a Gelan
(2014–didome)
Hevjîn
(z. 2002)
Zarok2
XizmNurettin Demirtaş (bira)
PerwerdeFakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê
Malperdemirtasinfo.com/ku
biguhêreBelge

Selahattin Demirtaş, (jdb. 10ê nîsanê 1973ê, Palo, Xarpêt li Bakurê Kurdistanê) parêzer, nivîskar û siyasetmedarekî kurd e ku ji sala 2014ê heta sala 2018ê li gel Figen Yüksekdağ wekê hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan hevserokatî kiriye.[1] Selahattin Demirtaş di mijdara sala 2016an de di encama kampanyayeke siyasî ku li dijî siyasetmedarên kurd hatibû destpêkirin ji sala 2016an vir ve ji aliyê dewleta tirk ve hatiye girtin. Demirtaş ji wê demê ve wekê girtiyeke siyasî li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê di girtîgehê de ye ku vê girtina xwe wekê dîlgirtiyeke siyasî pênase kiriye.

Demirtaş di hilbijartina serokkomariyê ya sala 2014ê de bû berbijarê serokomariyê ya HDPê û di rêza sêyem de cih girtiye. Di hilbijartinên parlamenê yên hezîrana sala 2015an de HDP ji sedî 13,1 û di hilbijartinên pêşwext ên mijdara sala 2015an de jî ji sedî 10,7 li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê deng wergirt. Selahattin Demirtaş ji 4ê mijdara sala 2016an ve girtî ye. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartinên serokomariya sala 2018ê Demîrtaş wek berbijarê xwe nîşan da û Selahattin Demirtaş ji girtîgehê kampanyaya xwe ya hilbijartinê birêve biriye.[2]

Di biryareke ku di kanûna sala 2020an de hat dayîn, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku ku Demîrtaş girtiyê siyasî ye. Dema berdewamiya girtina Demirtaş hevdem bû ligel referanduma girîng a destûra bingehîn û hilbijartinên serokkomariyê. Di heman demê de rexne lê hat kirin ku “li Tirkiyeyê meyleke sîstematîk a bêdengkirina dengên muxalîf heye”.[3]

Salên destpêkê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Selahattin Demirtaş di sala 1973ê de li navçeya Palo ya bi ser parêzgeha Xarpêtê ve jidayik bûye.

Demirtaş, dibistana seretayî û dibistana navîn li Amedê xwend û di ciwantiya xwe de li dikana a bavê xwe Tahir Demirtaş bi bavê xwe re karê tesîsatiyê dikir. Piştî ku di sala 1990an de dibistana navîn xilas dike beşdarî ezmûna zanîngehê ya sala 1991an bû û Zanîngeha 9 Eylül a Îzmîrê Beşa Birêvebiriya Karsaziya Deryayî qezenç kir. Demirtaş di sala 1993an de dîsa ket ezmûna zanîngehê û vê carê jî Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê qezenc kir.

Sedema xwendina wî ya hiqûqê, piştî vedîtina cesedê Serokê partiya HEPê ya bajarê Amedê Vedat Aydın û piştre di pêvçûnan de piştî 3 rojan birayê wî Nurettin Demirtaş di dema xwendina zanîngehê de li Zanîngeha Mûglayê dixwend, hate binçav kirin û 22 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Demirtaş aniye ziman ku jiber derfetên tineyiyê malbata wî nekarî jibo ku beşdarî doza birayê bibe, parêzer bigire.[4]

Kariyera siyasî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serokatiya komeleya ÎHDê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî mezûnbûna beşa hiqûqê di sala 2000ê de dema ku Osman Baydemir dibe serokê Komeleya Mafê Mirovan (İHD) a şaxa Amedê, Selahattin Demirtaş jî di wî demê de beşdarî rêveberiya İHDa ya Amedê dibe. Di vê heyamê de Selahattin Demirtaş li ser gelek dozên binpêkirina mafên mirovan xebatan meşandiye. Demirtaş aniye ziman ku bûyera herî ku wî bi bandor kiriye di wê demê de windabûna serokê Partiya Demokrasî ya Gel (HADEP) ya Navçeya Sîlopiyê , Serdar Taniş û wekîl Ebubekir Deniz bû û piştî encamên neyênî yên lêkolînan li Silopî û Şirnexê, wî aniye ziman ku wî ji bo dîtina cendekên wan wesaîta xwe hêdî hêdî di rê de heta Amedê ajotibûn.[5] Di sala 2004an de Osman Baydemir di hilbijartinê de wekê şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye hilbijartin û Selahattin Demirtaş jî bûye serokê Komeleya Mafê Mirovan a şaxa Amedê.

Di axaftina xwe de ku wî di 2006ê de Demirtaş, ku bi têlefonê beşdarî bernameyek nîqaşê ya Roj TV bûye û ji ber ku got divê rola serokê PKKê Abdullah Ocalan "di çareserkirina pirsgirêka kurd de were nirxandin" di derbarê wî de lêpirsîn hatiye vekirin.  Doz di sala 2010an de hatiye bidawîkirin û 1 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn lê dadgehê "biryara taloqê û çevderiya 5 salan" dide û Demîrtaş ji vê dozê taloq dike.[6]

Demirtaş di sala 2006an bi alîkariya malbata xwe nivîsgehek dadrêsî vedike lê belê bi biryara hilbijartinên pêşwext ên sala 2007an û jiber qedexeya siyasî ya parlamenterê berê yê DEPê ya Amedê Hatîb Dîcle, bi pêşniyara nasên Demirtaş ji bo namzetiya "Bi Hezaran Namzetên Hêviyê" ku partiyên wekê DTP û EMEP, ÖDP û SDP di bin yek kampanyayeke de bûne yek, Demirtaş dibe namzetên serbixwe yên parlamenteriyê û wekê parlamenter hatiye hilbijartin.[7]

Serokatiyên Partiyên DTP û BDPê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Selahattîn Demîrtaş di temenê 34 saliya xwe de wekî Serokê Koma Partiya Civaka Demokratîk (DTP) hat hilbijartin. Di sala 2009an de piştî ku Dadgeha Bingehîn tirk partiya (DTP) girt Demirtaş beşdarî partiya avakirî Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) bû[5]

Di 1ê sibata sala 2010an de ji ber qedexeya 5 salan a li ser sîyaseta ku li ser damezrêner û kesatîyên pêşeng ên DTPê hatibû danîn ku di 1ê sibata sala 2010an de di kongreya BDPê de Selahattin Demirtaş ji 288 dengan, 288 deng wergirtiye û wek Serokê Giştî yê BDPê hatiye hilbijartin. Demirtaş di destpêkê ve di Pêvajoya Çareserîyê de ku destpêka hevdîtinên li Osloyê ku di sala 2009an de pêk hatiye, rolekî çalak girtiye ser xwe. Bi awayekî çalak tevlî doza Komkujiya Roboskî û dozên KCKê bûye. Di nava 5 salên darizandinên KCKê yên li ser mijarên weke serbestberdana parastina Kurdan û kurtkirina dema dirêj a binçavkirinê de, bû dengê pêşeng. Di hilbijartinên 2011an de wekê namzetê serbixwe yê ColemêrgêBloka Ked, Demokrasî û Azadiyê bûye namzed û wekê parlamenter hatiye hilbijartin.[5]

Hevserokatiya HDPê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dema hevserokatiya HDPê, Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag

Di sala 2012an de hemî kadroyên BDPê derbasî HDPê dibin da ku avabûneke siyasî ya berfirehtir pêk were. Di 22ê hezîrana sala 2014an de Demirtaş tevî Figen Yüksekdağ ji bo hevserokatiya HDPê dibin namzet û li Figen Yüksekdağ ji aliyê partiya xwe ve wekê hevserokên HDPê hatine hilbijartin. Piştre ji bo hilbijartina di 7ê hezîrana sala 2015an de ji aliyê partiya xwe ve wekê berbijêrê Stenbolê ji bo hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê beşdarî hilbijartinan bûye û di heman hilbijartinê de wekê parlamenterê Stenbolê hatiye hilbijartin.[5]

Hilbijartinên serokkomariyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hilbijartina sala 2014an

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Selahattin Demîrtaş di sala 2015an de dema ku di mîtînga "Em ê aştiyê ava bikin" ya Bloka Aştiyê ya Stenbolê de diaxive.

Selahattîn Demîrtaş yek ji 3 berbijaran e ku di tebaxa sala 2014an de cara yekem bi referandumê beşdarî hilbijartina serokomariyê bûye. Di vê hilbijartinê de Selahattin Demirtaş bi rêjeya ji sedî 9,76 dengan wergirtiye û bûye namzeta 3yem a ku herî zêde deng standiye.[5]

Demirtaş rexne kiriye ku saziya weşanê ya dewletê TRT di dema kampanyaya hilbijartinê de bi têra xwe wext nedaye wî û di dema xebatên hilbijartinê de di derbarê TRT Nûçe TRT 1, TRT Türk, TRT Avaz û her wiha TRT û RTÜKê de doz vekiriye.[8] Wî herwiha serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî rexne kir û got:

"TRT xulamê te ye, bila bi şev û roj bixebite." - S. Demirtaş

Di heman demê de Selahattin Demirtaş rexne li serokwezîrê wê demê kiriye ku bersiv nedaye pêşniyara wî ya ku bi wî re zindî di televîzyonê de derkeve:

“Eger tu newêrî destê me bihejînî û silavê bidî me, eger tu silavdayîn li me zilm dibînî, tu yê çawa bibî serokê her kesî?[9] - S. Demirtaş

Ji ber ku temsîliyeta siyasî ya jinan ji bo wî girîng bû wî wiha gotiye:

“Nîvê hilbijêran jin in. Ev jî dike ji sedî 50. Bi ser vê re kî 1 dengekî bigire dê qezenc bike. Em tenê hewceyê 1 dengekî mêr in. Ezê jî dengê xwe bidim xwe”.[10] - S. Demirtaş

Hilbijartina sala 2018an

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Alîgirên Demîrtaş di mîtînga hilbijartinê de, sal 2018

Selahattin Demirtaş li ser biryara HDPê wekê namzetê serokkomariya sala 2018an hatiye nîşandan. Selahattin Demirtaş di pêvajoya hilbijartinê de di girtîgehê de bû ku hemî kampanyaya xwe yê hilbijartinê ji hundirê girtîgehê ve meşandiye.

Demîrtaş bi alikariya parêzerên xwe hemî kampanyaya xwe ya serokkomariyê li ser malpera xwe ya twîtterê dimeşîne.[11] Di temamî ya kampanyaya hilbijartinê de tenê carek ji girtîgeha Edîrneyê beşdarî bernameya TRTyê dibe û di derbarê kampanya xwe ya serokkomariyê axivîye.[12]

Selahattin Demirtaş li gorî encamên fermî yên hilbijartina serokomariyê ya di hezîrana sala 2018an de %8.40ê dengan wergirtiye û di rêza 3em de cih girtiye.[13]

Statîstîkên hilbijartinan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hilbijartina serokkomariyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dîroka hilbijartinê Deng Rêjeya ji sedî ya dengan Partiya siyasî Nexşe
2014 3,958,048 9.76% Partiya Demokratîk a Gelan
2018 4,205,794 8.40% N/A
Dîroka hilbijartinê Deng Rêjeya ji sedî ya dengan Hevserok Partiya siyasî Nexşe
Hezîrana 2015an 6,058,489 13.12% Figen Yüksekdağ Partiya Demokratîk a Gelan
Mijdara 2015an 5,148,085 10.76%
Dîroka hilbijartinê Deng Rêjeya ji sedî ya dengan Partiyên siyasî Nexşe
2014 2,611,127 6.29% Partiya Aştî û Demokrasiyê
Partiya Demokratîk a Gelan

Girtin û dadgehkirin

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kampanyaya siyasî li dijî siyasetmedar û rêxistinên kurd

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di çarçoveya kampanyayeke siyasî ya giştî ya li dijî siyasetvanên kurd - bi piranî li dijî siyasetmedar û çalakvanên kurd - Demirtaş, hevserok Fîgen Yuksekdag û 9 parlamenterên din ên HDPê di 3ê mijdara sala 2016an de hatine girtin.[14][15][16] Demirtaş û parlamenterên kurd bi hinceta "endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê" hatibûn sûcdar kirin.[17][18][19]

Ev kampanyaya li dijî dijberên siyasî bi talîmata hikûmeta Erdogan pêk hatibû. Di heman demê de 15 dezgehên ragihandinê yên alîgirê kurdan ku di nav wan de rojnameya rojane Özgür Gündem û ajansa nûçeyan a Dîcle Haber Ajansı (DIHA) jî hebûn, hatine girtin û bi sedan saziyên sivîl hatine qedexekirin[20]

Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Sibata 2017an de Demîrtaş serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. Ji ber binçavkirinên siyasî (û girtina saziyên kurdan) Demîrtaş di sibata 2017an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Piştre DMMEyê daxwaza serbestberdana demildest a Selahattin Demirtaş û tazmînatê kir.[21]

Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê di biryarê de wiha tê gotin:

"Dadgeh digihîje wê encamê ku sedemên ku ji hêla rayedaran ve ji bo girtina pêşdarazê hatine destnîşan kirin, di serî de ji bo veşartina sedemên siyasî bûn."

DMMEyê di biryara xwe de diyar kir ku binçavkirina Demîrtaş di dema referandûma sîstema serokatiyê ya sala 2017an a Tirkiyeyê û hilbijartinên Serokkomariyê yên sala 2018an de bi mebesta tepeserkirina pirdengiyê û sînordarkirina azadiya nîqaşên siyasî bû. Li gorî DMMEyê, di nav tiştên din de mafê azadiya îfadeyê û mafê azadî û ewlehiyê hatiye binpêkirin. Divê dewleta Tirkiye jî ji bo xisarên madî, zerarên ne madî û tazmînata lêçûnê bi giştî 60 hezar û 400 euro bide Demîrtaş.[22][23][24] Biryara DMME ya Tirkiyê hê jî nehatiye cîbicîkirin.

Di 31ê kanûna paşîn a sala 2023an dema ku ew di girtîgehê de bû bavê wî Tahîr Demairtaş koça dawî dike.[25] Hatiye ragihandin ku Selahattin Demirtaş şîna bavê xwe di hucreya xwe ya girtîgehê de digire û daxwaza beşdar bûna cinazeyê bavê xwe nekiriye.[26]

Dadgehkirina Selahattin Demirtaş û siyasetmedarên din ên kurd

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di doza ku ji aliyê gel ve wekê Doza Kobanê tê zanîn Selahattin Demirtaş, Figen Yüksekdağ û çend siyasetmedarên kurd di 16 gulana 2024an de dihatin darizandin de dewleta tirk biryara cezakirina wan dide.[27] Dewleta tirk ji ber axaftinên Selahattin Demirtaş bi cezayên curbecur bi giştî 42 sal cezayê girtîgehê ji bo Selahattin Demîrtaş dibire. Ev cezayên ku ji bo siyasetmedarên kurd hate dayîn di nava gel de bi taybetî li ser medyayên civakî ji aliyê kurdan bi parvekirinên wêneyên Demîrtaş û siyasetmedarên din dibe sedema bertekdayînên girseyî.

Selahattin Demirtaş, di 2002an de bi Başak Demirtaş re zewicî û du keçên wan yên bi navê Delal û Dilda hene.

  1. ^ "Selahattin Demirtaş kimdir? İşte Demirtaş'ın hayatı". www.sozcu.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  2. ^ "Turkey's top Kurdish politician to run for president from behind bars - Al-Monitor: Independent, trusted coverage of the Middle East". www.al-monitor.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  3. ^ "HUDOC - European Court of Human Rights". hudoc.echr.coe.int. Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  4. ^ "Selahattin Demirtaş'ın bilinmeyenleri! Muharrem Sarıkaya yazı dizisi | Gündem Haberleri". web.archive.org. 5 adar 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 adar 2016. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ a b c d e Gazetesi, Evrensel. "Selahattin Demirtaş kimdir? Selahattin Demirtaş ne zaman tutuklandı?". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2021.
  6. ^ "Demirtaş'a hapis cezası! - Politika Haberleri - Radikal". web.archive.org. 24 îlon 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 îlon 2015. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  7. ^ "Özgeçmiş / Cumhurbaşkanı Adayı Selahattin Demirtaş". web.archive.org. 9 gulan 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 gulan 2015. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  8. ^ "Selahattin Demirtaş'tan TRT ve RTÜK hakkında suç duyurusu - Cumhuriyet Siyaset Haberleri". web.archive.org. 7 gulan 2018. Roja gihiştinê 27 çiriya pêşîn 2024.
  9. ^ "TRT Senin Kölen Olsun, Karşıma Çık - YouTube". web.archive.org. 26 gulan 2018. Roja gihiştinê 27 çiriya pêşîn 2024.
  10. ^ [https://web.archive.org/web/20150924130411/http://www.hurriyet.com.tr/gundem/26890123.asp "Kad�nlar + 1 erkek oyu laz�m - H�rriyet G�NDEM"]. web.archive.org. 24 îlon 2015. Roja gihiştinê 27 çiriya pêşîn 2024. {{cite web}}: di |sernav= de di cihê 4 de replacement character heye (alîkarî)
  11. ^ "Profîla twîtterê a Selahattîn Demîrtaş".
  12. ^ "Demirtaş'ın TRT Konuşmasının Tam Metni". Bianet - Bagimsiz Iletisim Agi. Roja gihiştinê 25 kanûna paşîn 2021.
  13. ^ "HDP'den 'Selahattin Demirtaş'ın üyeliği düşürüldü' iddiasına ilişkin açıklama". web.archive.org. 7 sibat 2020. Roja gihiştinê 27 çiriya pêşîn 2024.
  14. ^ "ZEIT ONLINE | Lesen Sie zeit.de mit Werbung oder im PUR-Abo. Sie haben die Wahl". www.zeit.de. Ji orîjînalê di 5 adar 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  15. ^ Welle (www.dw.com), Deutsche. "Türkische Polizei nimmt führende Kurden-Politiker fest | DW | 03.11.2016". DW.COM (bi almanî). Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  16. ^ "Selahattin Demirtaş'tan tutukluluğunun 4. yılında mesaj: Direniyoruz, başarıyoruz, kazanıyoruz". BBC News Türkçe (bi tirkî). Roja gihiştinê 27 kanûna paşîn 2021.
  17. ^ "Türkei: Chefs der prokurdischen HDP festgenommen". Der Spiegel (bi almanî). 4 çiriya paşîn 2016. Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  18. ^ "HDP-Spitze in Haft: Steinmeier bestellt türkischen Geschäftsträger ein - WELT". DIE WELT (bi almanî). Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  19. ^ "Türkei: Polizei führt Chefs der prokurdischen Partei HDP ab - WELT". DIE WELT (bi almanî). Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  20. ^ Zeitung, Süddeutsche. "Türkei: Weitere pro-kurdische Medien per Dekret geschlossen". Süddeutsche.de (bi almanî). Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  21. ^ Steinvorth, Daniel. "Erdogan-Gegner Demirtas: Gericht fordert Freilassung | NZZ". Neue Zürcher Zeitung (bi almanî). Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  22. ^ "AİHM Büyük Dairesi Demirtaş Kararını Açıkladı". Amerika'nin Sesi | Voice of America - Turkish (bi tirkî). Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2020.
  23. ^ Daventry, Michael (22 kanûna pêşîn 2020). "Human rights court orders Turkey to release Kurdish leader Demirtaş". euronews (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2020.
  24. ^ "EGMR-Urteil: Selahattin Demirtas muss aus Haft entlassen werden". Der Spiegel (bi almanî). 22 kanûna pêşîn 2020. Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  25. ^ "Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir". mezopotamyaajansi35.com. Ji orîjînalê di 10 kanûna paşîn 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 kanûna pêşîn 2023.
  26. ^ "Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe". mezopotamyaajansi35.com. Ji orîjînalê di 10 kanûna paşîn 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 kanûna pêşîn 2023.
  27. ^ "Di Doza Kobanê de li kîjan siyasetmedaran çend sal ceza hatin birîn?". Ji orîjînalê di 17 gulan 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  28. ^ "Avrupa'dan Selahattin Demirtaş'a ödül". Independent Türkçe (bi tirkî). 16 çiriya paşîn 2019. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2021.
  29. ^ Welle (www.dw.com), Deutsche. "Selahattin Demirtaş'a Weimar İnsan Hakları Ödülü | DW | 22.07.2021". DW.COM (bi tirkî). Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2021.
  30. ^ (almanî) https://www.gfbv.de/de/news/menschenrechtspreis-der-stadt-weimar1-10683/

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]