Portal:Jînenîgarî
Portalên Wîkîpediya: Dîn • Dîrok • Erdnîgarî • Huner • Jînenîgarî • Matematîk • Teknolojî • Zanist
Portala Jînenîgariyê

Jînenîgarî, biyografî (gr. βιογραφία, ji βίος bíos „jiyan“ û grafîk), ji bi rêkûpêk nîgarkirina jiyana (jîna) kesan re tê gotin.
Biyografî dikare bi nivîskî yan gotinî be. Cureyek wê jî xwejînenîgarî (otobiyografî) ye. Otobiyografiyê mirov bi xwe, li ser xwe çêdike. Yan jî qet nebe pirraniyê bi xwe dike.
Zû de ye jînenîgarî tên amadekirin. Di dema Greka antîk de biyografî dihatin nivîsandin.
Di biyografiyê de sîstematî, birêkûpêkî girîng e. Mirov nikare bêî sîstematîkên jînenîgariyekê binivîsîne. Di jînenîgariyê de bûyer û demên girîng tên tomarkirin. Mirov nikare tiştên ne girîng in û bêwate ne binivîsîne. Biyografiyeke baş ji ristinên rastegînî pêk tên. Tomarkirinên farazî û razber, nirxê jînenîgariyekê kêm dikin. Helbet ev prînsîp ne ji bo berhemên wêjeyî ye.
Di jînenîgariyan de bo mînak behsa jidayîkbûn, perwerde, pîşe, marîbûn (zewac), mirin, berhem, tecrûbeyên jiyanê, bûyerên girîng ûêd tên tomarkirin.
Prînsibeke din jî ew e ku biyografiyek divê tevahiya jiyana kesê rabixe ber çavan. Mirov nikare bo mînak tenê behsa zaroktî yan çend salên perwerdeya yekê bike.
Biyografî divê bi xwe neyê nivîsandin. Heger bê nivîsandin dibe xwejînenîgarî. Qîmeta jînenîgariyê ji ya xwejînenîgariyê bilindtir e.
Li Kurdistanê dengbêj bi hostayî jînenîgariyen vedibêjin. Ew viya bi gotin û stranê dikin. Di biyografiyên dengbêjan de sîstematîkek taybet heye. Bo mînak ne dem û katjimêrê, bûyerên girîng birêkûpêk dirêsin. (Gotarê bixwînê...)
Gotarên Jînenîgariyê
Wêneyên gotarên jînenîgariyê
Di dîrokê de îro
Bûyer
- 1863 – Arîzona weke beşeke herêma Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hate sazkirin.
- 1918 – Estonyayê ji Rûsyayê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1920 – Li Almanyayê Partiya Naziyan hate damezrandin.
- 1925 – Elezîz kete destê hêzên Şêx Seîd.
- 1989 – Ayetula Xumênî, da zanîn ku yên miriyê, Selman Ruşdî, nivîskarê pirtûka bi navê Ayetên Şeytanî bîne, ewê 3 milyon dolaran weke xelatê bidê wan.
- 1992 – Nûçegihanê Yenî Ulkeyê Cengîz Altun ji hêla kontrayan ve li Êlihê hate kate şehîdkirin.
- 1994 – Endamê DEP a Amedê Soner Tekeş di encama êrîşeke satorî de hate qetilkirin.
- 2009 – Di civîna DTPê de ji sedema axaftina bi kurdî ya Ahmet Türk, TRTê weşana civînê birrî.
Jidayikbûn
- 1304 – Ibn Betûte, gerokê berberî
- 1903 – Vladimir Bartol, nivîskarê sloven
- 1926 – Jean Alexander, aktrîsa îngilîz
- 1955 – Steve Jobs, damezrînerê şîrketa Apple
Mirin
- 1925 – Hjalmar Branting, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê