Metroya Mîlanoyê
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (çiriya pêşîn 2024) |
Metroya Mîlanoyê | |
---|---|
Logoya Metroya Mîlanoyê | |
45°28′01″Bk 9°11′24″Rh / 45.466944°Bk 9.19°Rh | |
Dewlet | Îtalya |
Li beşa îdarî |
|
Dirêjbûn | 96,8 km |
Dema avabûnê | |
Pêk tê ji | |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Metroya Mîlanoyê (bi îtalî: Metropolitana di Milano), pergaleke metroyê ye ku ji aliyê pargîdaniya Azienda Trasporti Milanesi ve li bajarê Mîlano ya Îtalyayê tê xebitandin. Metroya Mîlanoyê, ji 101 kîlomêtre dirêjahî, çar xetên cuda yên ku bi hejmar û rengên cuda hatine diyarkirin û xwedî 113 rawestgehan e. Piraniya rawestgehên xetê di binê erdê de ne û xet rojane bi navînî 1,5 mîlyon rêwî dadigire.[1]
Xeta yekem a metroya Milanoyê, xeta sor, di sala 1964an de, piştî pênc salan xeta kesk di sala 1969an de, xeta zer di sala 1990an de û xeta mor di sala 2013an de hatine vekirin.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li pêy mînakên torên veguheztina binerd li bajarên din ên Ewropî yên mîna London û Parîsê yekem projeyên ji bo xeta metroyê li bajarê Mîlano di sala 1914an û di sala 1925an de hatin çêkirin. Proje di sala 1938an de ji bo avakirina sîstemeke ku ji 7 xetan pêk dihatin hate sewirandin.
Piştre ev proje piştî destpêkirina Şerê Cîhanê yê Duyemîn û ji ber kêmbûna diravî hate rawestin.[2] Di 3yê tîrmeha 1952an de rêveberiya bajêr ji bo projeyek pergala metroyê deng da û di 6ê cotmeha 1955an de pargîdaniyek nû jibo ku avakirina binesaziya birêve bibe pargîdaniya Metropolitana Milanese, hate damezrandin. Proje bi 500 milyon ₤ ji şaredariyê û yên mayî jî bi deyn hat fînansekirin. Cihê avakirina xeta yekem di 4 gulana 1957an de li viale Monte Rosa hate vekirin.
Xetên metroyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xet | Rê | Sala despêkirinê | Dirêjkirina xetê | Dirêjahiya xetê | Rawestgehên xetan | Navbera rawestgehên xetê | ||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|
km | ||||||||
Rho Fiera / Bisceglie | Sesto 1º Maggio | 1964 | 2005 | 26,9 km | 38 | 0,727 km | ||
Assago Milanofiori Forum / Abbiategrasso | Cologno Nord / Gessate | 1969 | 2011 | 9,4 km | 35 | 1,159 km | ||
Comasina | San Donato | 1990 | 2011 | 16,7 km | 21 | 0,835 km | ||
San Siro Stadio | Bignami | 2013 | 2015 | 12,9 km | 19 | 0,763 km |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Metropolitane a Milano - Metropolitana Milanese". web.archive.org. 3 kanûna paşîn 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 kanûna paşîn 2016. Roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2021.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Ogliari, Francesco (2006). Milano in tram : storia del trasporto pubblico milanese. Lavis, tipografo trentino Legoprint. Milano: Hoepli. ISBN 978-88-203-3719-3. OCLC 799609413.