Here naverokê

Wîkîpediya:Dîwan (teknîkî)/Arşîv 3

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Arşîv 1 Arşîv 2 Arşîv 3

Çavkaniyên ji wîkiyên din

Silav @MikaelF, Penaber49, Avestaboy, Ghybu, û Bikarhêner: Min modula Modul:CS1 translator ji wîkiya îngilîzî kopî kir. Şablonên ku li vir hatine rêzkirin êdî bêyî guhartinê dikarin bi kar bînin.

Wextê tên bikaranîn bi piranî baş xuya dikin lê ji bo netîceyeke baştir divê şablonê bi {{subst: bi kar bînin. Yanî {{Webbref|û çend parametre}} wisa jî dixebite lê belê wextê wisa {{subst:Webbref|û çend parametre}} bi kar tînin, parametre tên tercimekirin. Ji bo zêdetir agahî li ser "subst" (substitution) binêrin en:Help:Substitution#Limitation

Ez dibêjim em dikarin eynî mantiqê ji bo kurdî jî bi kar bînin. Gelo ez li ser kurdîkirina parametreyên şablonên çavkaniyê bixebitim? Ne hemû parametre tenê yên ku herî zêde tên bikaranîn wekî title --> sernav, author --> nivîskar, language --> ziman. Herwiha em navên şablonan jî bikin kurdî? Eger em bikin, divê em parametreyên kurdî wek bernavên parametreyên îngilîzî bi kar bînin da ku rojanekirina modulê hêsan be. Lê belê ê ku rojane bike jî divê bernavên kurdî dîsa li modulê zêde bike. Em dikarin bi botê şablonên heyî jî bikin kurdî. Fikr? --Balyozxane (gotûbêj). 09:40, 10 sibat 2024 (UTC)

Silav bira, ji ber formata wîkîpediya kurdî çiqas naverok bi kurdî bin êdî baş e. Ez dibêjim ev nav bêne kurdî kirin êdî çêtir e. Penaber49 (gotûbêj) 16:18, 10 sibat 2024 (UTC)
@Penaber49 Ez li hêviya hevalên din jî bûm lê hîn ti kes nedîtiye yan jî ne xem e wan e. Navên şablonan wekî wîkîferhengê be çawa dibe? Yanî wisa ji bo ku yên ku ji wir diçin Wîkîferhengê bi hêsanî eynî şablonê bi kar bînin?
Yan jî wisa?
Yan jî wisa?
--Balyozxane (gotûbêj). 11:11, 11 sibat 2024 (UTC)
Silav bira, ez bersivnedayiya hevalan bi tênegihîştina mijarê re girê didim. Ev jî rastiyeke ku her kes di her mijarê de xwedî fikir nînin. Di warê bikaranîna peyvên nû û peyvên kevin ez wiha difikirim; biryardayina bikaranîna peyvan divê bi pêvajoyek nîqaşên kesên zimanzan bê dayîn. Mixabin yek ji me zimannas nîne. Dibe ku li wîkîferhengê peyvên kevin hatibin bikaranîn lê ji bo mijarên sereke ez alîkarê bikaranîna peyvên nû yên wek malper kovar pirtûk im. Ev peyv bêne bikaranîn êdî çêtir e. Penaber49 (gotûbêj) 13:35, 11 sibat 2024 (UTC)
@Penaber49 Bira ez behsa wan nakim. Behsa formatê dikim. Li jor kîjan format baştir e? --Balyozxane (gotûbêj). 13:38, 11 sibat 2024 (UTC)
Silav bira ez formata wekî jêder-malper êdî baştir dibînim. Penaber49 (gotûbêj) 13:51, 11 sibat 2024 (UTC)
Bi min divê şablon (tevî parametreyên xwe) baş bên kurdîkirin, lê ji bo rehetkirina tercimekirinê bila yên îngilîzî jî li ser wîkîya kurdî li kar bin. Wek nav pir ferq nake ji bo min. "jêder-kitêb" an "çavkanî-kitêb" dibe. -- Bikarhêner (gotûbêj) 16:08, 11 sibat 2024 (UTC)
{{jê malpera}}; {{jê kovara}}, ... Ghybu (gotûbêj) 16:10, 11 sibat 2024 (UTC)
{{jê kovara}} gelek ecêb dibe wekî {{ji kovara}} an jî {{ji kovarê}} ne baştir e? Formata jêder-kovar xweş dibû ji ber ku {{citation}} jî dê bibûya {{jêder}} û standardtir dibû? --Balyozxane (gotûbêj). 16:19, 11 sibat 2024 (UTC)
@Balyozxane, bi ya min,
{{cite web}} --> {{çavkaniya malperan}}
{{cite book}} --> {{çavkaniya kitêban}}, {{çavkaniya pirtûkan}}
{{cite journal}} --> {{çavkaniya kovaran}}
rind û zelal in. Spas ji bo keda we. Ez di vî warî de gelek nezan im. MikaelF (gotûbêj) 08:41, 12 sibat 2024 (UTC)
@Balyozxane "Yanî wisa ji bo ku yên ku ji wir diçin Wîkîferhengê bi hêsanî eynî şablonê bi kar bînin?" ramaneke baş e, heke Wîkîferheng û Wîkîpediya kurdî êdî bişibin hev. Ji bona min, Wîkîferheng modelek e, gelek rêkûpêk e. Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 08:57, 12 sibat 2024 (UTC)
@MikaelF Wekî ku te jî got Wîkîferheng û Wîkîpediya di bikaranîna şablonan de bişîbe hev baştir e loma em formata {{jêder-malper}} wek forma sereke bi kar bînin û formên wekî {{çavkaniya malperan}} beralî bikin ji bo ku dîtina formata sereke hêsantir be. Eger ti kes îtîraz neke, piştî ku min parametre kirin kurdî ez ê dest bi guhartina navên şablonan jî bikim.
@Gomada Fikr? --Balyozxane (gotûbêj). 10:28, 12 sibat 2024 (UTC)

Eyarên InternetArchiveBot

Silav @Ghybu. Dikarî li eyarên InternetArchiveBot (g · b · a) [1] binêrî? Çima hîn jî navê kevn ê şablonê {{Mirin girêdan}} şûnda yê nû {{Girêdana mirî}} bi kar tîne? [2] Eger di eyaran de nikarî biguherînî, vê demê em şablonê bar bikin navê kevn. --Balyozxane (gotûbêj). 18:37, 12 sibat 2024 (UTC)

Xisusen ji bo ku em kontrol bikin ka eger em navên şablonan biguherînin, bot dê otomatîk karibe navên nû bibîne an na loma pirs dikim. --Balyozxane (gotûbêj). 18:57, 12 sibat 2024 (UTC)
Silav @Ghybu û Gomada: Ez li hêviya cewaba we me. Bota ji bo guhartina parametreyan hema bêje hazir e. Gelo hûn dikarin daxwaza min a jor kontrol bikin? --Balyozxane (gotûbêj). 17:35, 15 sibat 2024 (UTC)
Silav, Ez di daxwaza te de tiştekî şaş û xerîb nabînim. Ghybu (gotûbêj) 00:59, 16 sibat 2024 (UTC)
Silav. @Ghybu Min got vê iabot.wmcloud rûpelê binêre ka çima InternetArchivebot Şablona beralîkirî bi kar tîne. Te lê nêrî? --Balyozxane (gotûbêj). 04:50, 16 sibat 2024 (UTC)
@Ghybu Te derdê min fêm kir? --Balyozxane (gotûbêj). 14:12, 16 sibat 2024 (UTC)
@Gomada Xêra xwe tu dikarî li vê rûpelê binêrî? Gelo eger navên şablonan li wir hatibin bikaranîn, divê em wan jî bikin kurdî. Eger em nekin, ez dibêjim bot dê nikaribe arşîvên websîteyan li şablonan zêde bike. --Balyozxane (gotûbêj). 11:12, 18 sibat 2024 (UTC)
@Gomada Te lê nêrî? --Balyozxane (gotûbêj). 17:29, 18 sibat 2024 (UTC)

Eger min xwe nedabe baş fêmkirinê an jî we fêm nekiribe, ez ê li xwediyên botê pirs bikim. Dibe ku ew fêm bikin çi hewce ye. --Balyozxane (gotûbêj). 21:03, 19 sibat 2024 (UTC)

Min sernavê şablona {{Girêdana mirî}} kir halê berê ji ber ku bot ti problem dernaxe bi şablonên din a jêderê [3]. Ez ê dest bi kurdîkirina şablonan niha dest pê bikim. --Balyozxane (gotûbêj). 12:00, 22 sibat 2024 (UTC)

MediaWiki:Citoid-template-type-map.json

@Ghybu û Gomada: Hûn dikarin vê rûpelê Bikarhêner:Balyozxane/test.json kopî bikin û li rûpela MediaWiki:Citoid-template-type-map.json bixin ji bo ku şablon bi kurdî be? --Balyozxane (gotûbêj). 16:55, 17 sibat 2024 (UTC)

Tevlihevîya di xuyanîya Wîkîferhengê ya di Destpêka malpera wiktionary.org de

Destpêka malpera wiktionary.org-ê

Silav @Ghybu, MikaelF, Balyozxane, Penaber49, û Gomada: Merheba. Di destpêka malpera wiktionary.org-ê de kurdî xelet tê xuyan, wekî di rismê jor de. Ji bo rastkirina vê em karin çi bikin? -- Bikarhêner (gotûbêj) 14:44, 6 sibat 2024 (UTC)

Heman pirsgirêk di despêka wîkîpediyayê de jî heye. Berê ev pirsgirêk tine bû ev hefteyek ku derketiye holê. Ez texmîn dikim ku destûr tuneye ku her kes bikare sererastkirin li ser vê malperê pêk bîne û mirov nizanê berpirsê vê malperê kî ye. Penaber49 (gotûbêj) 18:26, 6 sibat 2024 (UTC)
Silav. Li ser Phabricatorê tê sererast kirin.
Herwiha bnr. [4] Ghybu (gotûbêj) 19:01, 6 sibat 2024 (UTC)
@Ghybu, Penaber49, û Balyozxane: Kesî ji we ji bo vê problemê (xuyanîya Wîkîferhenga kurdî ya li ser wiktionary.org-ê çewtîyeke (bug) ragihand? -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:22, 6 sibat 2024 (UTC)
Silav @Bikarhêner: min ji bo çewtiya li wîkîpediyayê (wikipedia.org) şand lê nehate bîra min ku ez behsa wîkîferhengê jî bikim. Ku tu dikarî tu jî ji bo wîkîferhengê bişîne. Penaber49 (gotûbêj) 07:08, 7 sibat 2024 (UTC)
Dibêje kurdî kêm e.
Silav. Problemeke wisa jî heye. Li her derê dibêje "ev gotar bi kurdî tine ye" lê belê heye. @Penaber49 Bira tu dikarî li wir ticketa xwe biguherînî, li wir behsa vî tiştî û wîkîferhengê jî bike xêra xwe. Herwiha girêdana vê gotûbêjê bide. --Balyozxane (gotûbêj). 11:58, 7 sibat 2024 (UTC)
@Penaber49 Herwiha van herdu resman jî li wir dikarî bi kar bînî. --Balyozxane (gotûbêj). 12:01, 7 sibat 2024 (UTC)
Silav bira, min daxwaz şand lê bersiv tê yan jî sererast dikin yan nakin nizanim. Çendekî bisekinim çika çawa dibe. Penaber49 (gotûbêj) 14:19, 7 sibat 2024 (UTC)
Ev pirsgirêka ku te şandiye ez texmîn dikim zuda heye û ev pirsgirêk hinek kronîk e. Dibe ku zubizu neyê sererast kirin. Penaber49 (gotûbêj) 14:22, 7 sibat 2024 (UTC)
@Penaber49. Hîn ti kes naxebite li ser vê problemê. Wextê ku kesek dest pê bike, xwe wekî "Assigned to" qeyd dike. Herwiha problema min behs kir berê tinebû. --Balyozxane (gotûbêj). 15:21, 7 sibat 2024 (UTC)
@Balyozxane: Min ceriband: ew peyam xuya nake. @Penaber49: Te li ser Phabricatorê qala Wîkîpediyayê kiriye feqet problem li ser portala Wîkîferhengê ye (https://www.wiktionary.org/)... Ghybu (gotûbêj) 03:52, 8 sibat 2024 (UTC)
@Balyozxane: Te li ser Wîkîpediyayên din jî ceriband? Ghybu (gotûbêj) 04:10, 8 sibat 2024 (UTC)
Silav @Ghybu. Bi tr û en tenê min ceriband her du jî dibêjin kêm e lê di lîsteyê de kurdî heye. Divê peyam Taybet:Tercîh#mw-prefsection-rendering li vir were aktîvkirin. Gelo te ev " Ji rûpela beşdariyan, lîsteya zimanan û afirandinên rûpela nû bigihije destpêkirina wergerandinê. " aktîv kiriye? --Balyozxane (gotûbêj). 04:42, 8 sibat 2024 (UTC)
@Balyozxane: Li vira û vira binêre çima ev peyam xuya dike. Ji bo Wergerê ye? Ghybu (gotûbêj) 04:57, 8 sibat 2024 (UTC)
@Ghybu Erê dema pê lê dikî, rûpela Content Translation vedike --Balyozxane (gotûbêj). 05:00, 8 sibat 2024 (UTC)
Min problemek di translatewikiye de nedît. Ez dibêjim piştî guherîna CLDRê ya dawî (Çawa ku elmanî bû almanî) tiştek bi Koda ku jî hatiye lê çi ye xwedê zane --Balyozxane (gotûbêj). 05:01, 8 sibat 2024 (UTC)
Te nivîsê xwand: Text that displays the two first languages that are missing for the current article and are enabled for Section Translation, indicating that even more languages are missing and available for translation (i.e. at least three languages are missing), inside the panel of the suggested languages of the language switcher. Ghybu (gotûbêj) 05:01, 8 sibat 2024 (UTC)
CLDR tooling was improved to better fix cases when multiple spaces of different types were used instead of single space, and was then used to find and fix cases where a normal space was used in combination with NARROW NO-BREAK SPACE or THIN SPACE (CLDR-17233). This affected 6 locales: fr, hi_Latn, ku, pap, syr, vi. beşa Data changes de --Balyozxane (gotûbêj). 05:04, 8 sibat 2024 (UTC)
Eger rûpela kurdî tinebe, problem tine ji ber ku kurdî wek tine nîşan dide. Berê wisa bû. Lê belê niha rûpela kurdî hebe jî dibêje bi kurdî tine --Balyozxane (gotûbêj). 05:07, 8 sibat 2024 (UTC)
Lê çima ez nikarim vê bugê tekrar bikim? Ghybu (gotûbêj) 05:14, 8 sibat 2024 (UTC)
Belkî tu bi rûpela kurdî lê dinêrî? Here rûpela en:Afghanistan û pê li "Bi 271 zimanên din" bike. Divê rûyê nû yê Vector (2022) bi kar bînî û tercîhên te de ev tiştê min nîşan kirî aktîv be. --Balyozxane (gotûbêj). 05:17, 8 sibat 2024 (UTC)
Herwiha Divê di beşa Beta ya Tercîhên min de Content Translation aktîv bikî. Min bi hesabê bota xwe jî ceriband eynî problem heye. --Balyozxane (gotûbêj). 05:21, 8 sibat 2024 (UTC)
@Ghybu li gorî wêneyê test, ti peyam dernakeve ev jî tê maneya ku tu Content Translation aktîv nekiriye --Balyozxane (gotûbêj). 05:35, 8 sibat 2024 (UTC)
Erê, min li jor jî got :) Ghybu (gotûbêj) 05:36, 8 sibat 2024 (UTC)

Erê pêş da min jî fêm nekiribû tu çima nabînî lê piştî min bi hesabê botê ceriband min ferq kir--Balyozxane (gotûbêj). 05:40, 8 sibat 2024 (UTC)

Bi min ew bug nîne, ew te re dibêje ku hûn van zimanan ji bo wergerandinê bikar naynin ("Text that displays the two first languages that are missing for the current article and are enabled for Section Translation, indicating that even more languages are missing and available for translation..."--translatewiki.net) Ghybu (gotûbêj) 05:44, 8 sibat 2024 (UTC)
Zimanê kurdî ducarî hatiye nivîsandin (yek ji bo "ku" yê din jî ji bo "ku-Latn" e)
@Ghybu. "languages that are missing for the current article" Tê maneya ev rûpel bi van zimanan tine. Ev jî bug e ji ber ku rûpela Efxanistan heye û wê rûpelê girêdayî ye. Berê rast tespît dikir ku kîjan rûpel bi kurdî hebûn kîjan tinebûn niha ji bo hemû rûpelan dibêje bi kurdî tine --Balyozxane (gotûbêj). 05:48, 8 sibat 2024 (UTC)
@Ghybu Eger ez kurdî ji bo tercimekirinê bi kar nayînim kîjanî bi kar tînim? Pêkenok --Balyozxane (gotûbêj). 05:59, 8 sibat 2024 (UTC)
Azerî? :) Herwiha di nav van wîkiyan de (de, ca, fr) kurdî dernakevî... Ghybu (gotûbêj) 06:07, 8 sibat 2024 (UTC)
@Balyozxane: Bi min problem va ye: d:Wikidata talk:Main Page/Content/ku-latn. Li vira du koda zimanî heye ("ku" û "ku-Latn") binêre [5]. Em koda zimanî "ku-latn" bikar tînin: ew jî me re dibêje koda zimanî "ku-Latn" (kurdî) hatiye wergerandin feqet koda zimanî "ku" (kurdî) nehatiye wergerandin (erê rast e Pêkenok!!) Ghybu (gotûbêj) 07:11, 8 sibat 2024 (UTC)
@Ghybu Xêra xwe werim em dengdaneke çêkin bila bibêjin em ê "ku" an jî "ku-latn" an jî "kmr" ji bo kurdiya kurmancî bi kar bînin, dê serê me ji vê tevliheviyê rizgar be. Ew çi îş e. Pêkenok --Balyozxane (gotûbêj). 11:26, 8 sibat 2024 (UTC)

Silav @Bikarhêner û Penaber49: Wek agahdarî ev problem wekî çêbû hatiye nivîsin li ser Phabricatorê. --Balyozxane (gotûbêj). 22:23, 27 sibat 2024 (UTC)

Wextê uselang=ku-latn bi kar tînî ji bo "ku" kurdî dibêje kurdî (kurmancî)

@Ghybu Te ev dîtiye? Wextê uselang=ku-latn bi kar tînî ji bo "ku" kurdî dibêje kurdî (kurmancî) --Balyozxane (gotûbêj). 15:42, 1 adar 2024 (UTC)

{{#language:ku|ku-latn}} --> kurdî (kurmancî)
{{#language:ku|ku}} --> kurdî
{{#language:ku|kmr}} --> Kurdish
{{#language:ku-latn|ku-latn}} --> kurdî (latînî)
{{#language:ku-latn|ku}} --> Kurdish (Latin script)
{{#language:ku-latn|kmr}} --> Kurdish (Latin script)
{{#language:kmr|ku-latn}} --> Northern Kurdish
{{#language:kmr|ku}} --> Northern Kurdish
{{#language:kmr|kmr}} --> Northern Kurdish
{{#language:en|ku-latn}} --> îngilîzî
{{#language:en|ku}} --> îngilîzî
{{#language:en|kmr}} --> English --Balyozxane (gotûbêj). 10:55, 2 adar 2024 (UTC)

Wîkîpediya kurdî li ser malpera wîkîpedia.org

Silav @Balyozxane û Ghybu: li ser malpera wîkîpedîa.org li binê hêjmara gotaran, mînak wîkîpediya îngilîzî "English 6,792,000+ articles" dinivîse. Em çawa dikarin ji bo wîkîpediya kurdî navê "gotar" li bin hêjmara gotaran zêde bikin?Penaber49 (gotûbêj) 13:31, 9 adar 2024 (UTC)

@Penaber49 Ez dibêjim qey tenê ji bo yên ku 1 milyonî derbas bûne xuya dike ev tişt? --Balyozxane (gotûbêj). 14:16, 9 adar 2024 (UTC)
Na bira wisa nîne. Niha ji bo wîkîpediya kurdiya soranî ev peyv hatiye nivîsîn. Penaber49 (gotûbêj) 14:47, 9 adar 2024 (UTC)
Ez vê lîsteyê de soranî nabînim. --Balyozxane (gotûbêj). 14:54, 9 adar 2024 (UTC)
Bira tu kîjan browserê bikar tînî nizanim lê ji bo Google Chrome Eyar/Ziman piştre di nav lîsteya zimanan de dema ku te kurdiya kurmancî û kurdiya soranî li lîsteya zimanên browserê zêde kir ew dem herdu wîkîpedyayên kurdî di lîsteya sereke ya wikipedia.orgê de dertên. Penaber49 (gotûbêj) 18:32, 9 adar 2024 (UTC)

Veqetandina bikaranîna şablona Bêçavkanî

Silav @Avestaboy, Penaber49, MikaelF, Bikarhêner, Gomada, û Ghybu: Min şablona {{bêçavkanî}} li gorî mantiqa en.wîkiyê kir çend parçe:

  1. {{Bêçavkanî}} --> Ji bo gotarên ku ti çavkanî bi kar nayînin.
  2. {{Beşa bêçavkanî}} --> Ji bo beşên ku ti çavkanî bi kar nayînin.
  3. {{Kêmçavkanî}} / {{Zêdetir çavkanî hewce ye}} --> Ji bo gotarên ku çend çavkanî bi kar tînin lê têra gotarê nake. Eger |1=beşê binivîsin, şablon bibêje "vê beşê" şûnda "vê gotarê".
  4. {{Ref tine}} / {{Etîketa ref tine}} --> Ji bo gotarên ku çavkanî di beşa Çavkaniyê de lîste kirine lê belê di nav cimleyan de çavkanî yanî etîketa <ref> bi kar nayînin.

Ez ê bi botê |tarîx=/|dîrok= li wan zêde bikim û kategoriyên mehane wekî Kategorî:Gotarên bêçavkanî ji adar 2024 çêkim. Ez ê şablonên din jî li gorî en.wîkiyê sererast bikim, tarîx lê zêde bikim ji bo ku bikaranîna wan bi şablona {{Gelek pirsgirêk hene}} hêsantir be. Niha ji ber ku formata wan xirab e, di nav vê şablonê de xirab xuya dikin. --Balyozxane (gotûbêj). 20:15, 14 adar 2024 (UTC)

@Balyozxane: Destxweş. Te baş hazir kirîye. Mala te ava. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:06, 14 adar 2024 (UTC)
@Balyozxane, destxweş bî, tu her hebî! Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 07:26, 15 adar 2024 (UTC)

Guhartinên botê

@Avestaboy, Penaber49, MikaelF, Bikarhêner, Ehmedbeg, û Ahmetbeg: Wekî ku hûn dizanin bota min bi otomatîkî dixebite. Dema bi awayekî aktîv li ser rûpelekê dixebitin û naxwazin nakokiya guhartinê çêbe, hûn dikarin şablona {{tê guhartin}} bi kar bînin. Bot rûpelên ku tê de {{nobots}} û {{tê guhartin}} hene derbas dibe. Loma piştî karê we bi rûpelê re xilas bû, vê şablonê rakin daku bot jî karibe xebata xwe bike. --Balyozxane (gotûbêj). 19:40, 21 adar 2024 (UTC)

Temam e bira Penaber49 (gotûbêj) 19:52, 21 adar 2024 (UTC)

Kategoriya nû

Silav @MikaelF, Bikarhêner, û Penaber49: Ez ê wekheva kategoriyên îngilîzî yên wekî en:Category:States and territories established in 1776 çêkim. Bi ya we kîjan format ya herî baş e:

  1. Kategorî:Avabûnên 1776an ên dewlet û herêman
  2. Kategorî:Avabûnên dewlet û herêman ên 1776an
  3. Kategorî:Dewlet û herêmên ku di 1776an de hatine avakirin
  4. Kategorî:Dewlet û herêmên ku di 1776an de ava bûn

--Balyozxane (gotûbêj). 18:41, 23 adar 2024 (UTC)

@Balyozxane: Li gor tercimeyê ya rast ya 3an e: "Kategorî:Dewlet û herêmên ku di 1776an de hatine avakirin". -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:21, 23 adar 2024 (UTC)
Vebijark a 3yem êdî baştir e. Penaber49 (gotûbêj) 19:55, 23 adar 2024 (UTC)
@Balyozxane, Kategorî:Dewlet û herêmên ku di 1776an de hatine avakirin. Spas ji bo keda te. MikaelF (gotûbêj) 19:51, 23 adar 2024 (UTC)
@MikaelF @Bikarhêner @Penaber49 Ji bo hilweşînê min wekî Kategorî:Dewlet û herêmên ku di sedsala 10an de hilweşiyan çêkir gelo baş e an bar bikim Kategorî:Dewlet û herêmên ku di sedsala 10an de hatine hilweşandin ? --Balyozxane (gotûbêj). 23:58, 24 adar 2024 (UTC)
başe bira Penaber49 (gotûbêj) 06:18, 25 adar 2024 (UTC)
@Balyozxane: Di îngilîzî û zimanên din de hewl dane ku lêkereke giştgir biemilînin ji bo him yên hatine hilweşandin him jî yên bixwe hilweşîyane bigirin nava vê sernavê. Lê peydakirina lêkereke wisa ji alîyê nivîsîna navê wê ve piçekî dirêjtir dibe, wekî "Kategorî:Dewlet û herêmên ku di sedsala 10an de hebûna wan bi dawî bûne". Lêkera "ji holê rabûn" jî nabe ji ber ku ji bo wê lêkerê jî him forma "ji holê rabûn" him jî forma "ji holê rakirin" heye. Meseleya li vir negerguhêzî (bûn) an gerguhêzî (kirin) ye Lê dîsa ger formulasyoneke neyê dîtin jî bi min ne problemeke mezin e, ji ber ku tê famkirin ku qesd him yên "hatine hilweşandin" him jî yên "hilweşîyane" ne. Lewma wek pêşnîyar "hilweşîyane" dibe dibêjim, lê di rûpela wê de em karin vê yekê dîyar bikin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 11:26, 25 adar 2024 (UTC)

Rakirina Şablon:Xebat

Silav @Penaber49, Avestaboy, û MikaelF: Wek agahdarî, min kodeke nû nivîsand ji bo ku şablona {{xebat}} ji rûpelan rakim. Eger di nav 30 rojan de ti guhartin di rûpelê de tinebe, bot dê şablonê ji rûpelê rake. Ji ber ku em carinan ji bîr dikin ku ev şablonê rakin, hin rûpel beriya 3 mehan hatine çêkirin û hîn jî ew şablon tê de ye. Divê ev şablon piştî hefteyekê were rakirin. Wekî ceribandinê min şablonê li rûpela Walesa Başûr a Nû bi kar anî lê belê ez ê hefteyekê li hêviya we bim, piştre botê li hemû rûpelên ku di kategoriya Kategorî:Gotarên berdewam dike de ne bidim şuxilandin. --Balyozxane (gotûbêj). 19:25, 11 nîsan 2024 (UTC)

dibe bira Penaber49 (gotûbêj) 20:57, 11 nîsan 2024 (UTC)
@Balyozxane, baş e, gelek spas. MikaelF (gotûbêj) 07:03, 12 nîsan 2024 (UTC)

Rêzkirina kategoriyên gotaran

@Ghybu, MikaelF, Penaber49, Bikarhêner, û Avestaboy: Silav. Di nav koda xwe ya paqijiyên kozmetîk de kategoriyên gotaran li gorî alfabeyê rêz bikim? --Balyozxane (gotûbêj). 21:41, 18 nîsan 2024 (UTC)

Ku hewce heye rêz bike bira Penaber49 (gotûbêj) 04:17, 19 nîsan 2024 (UTC)
@Balyozxane, silav, belê. Supas û qewet be! MikaelF (gotûbêj) 07:34, 19 nîsan 2024 (UTC)
@MikaelF, @Penaber49 Li ser hin wîkiyan vî tiştî qebûl nakin ji ber ku dibêjin kategorî li gorî eleqayê were rêzkirin lê belê ew jî problem çêdike wextê gelek kategorî di rûpelê de hebe, mirov pir zor kategoriya ku dixwaze bibîne. Loma bi ya min ya herî baş rêzkirina li gorî alfabeya kurdî ye. --Balyozxane (gotûbêj). 19:16, 19 nîsan 2024 (UTC)
Çend nimûneyên rêzkirinê:
  1. Peqlewe: "Şîranî" çû dawiyê.
  2. Keledoş: "Xwarin" çû dawiyê.
  3. Arîstotelês: Jidayikbûn û Mirin çû rêza alfabeyê.
  4. Almanya Ti problem nîne.
--Balyozxane (gotûbêj). 19:39, 19 nîsan 2024 (UTC)
Heta niha li gor eleqayê hatiye rêze kirin: bi min baştir e. Ghybu (gotûbêj) 19:53, 19 nîsan 2024 (UTC)
@Ghybu Erê, rêzkirina li gorî eleqayê ya herî baş e lê belê ji ber hejmara mezin a kategoriyan wîkiya îngilîzî jî nikare li gorî eleqayê rêzbikin. Piraniya kategoriyan wan tevlihev in.
Min qaîdeyek xist kodê ji bo ku Kategoriyên Jidayikbûn û Mirinê li herî jor be (ji bo namespace 0). [6] --Balyozxane (gotûbêj). 20:05, 19 nîsan 2024 (UTC)
@Ghybu, @MikaelF, @Penaber49 Hûn fikrê xwe guhartin? Çi difikirin? --Balyozxane (gotûbêj). 19:18, 20 nîsan 2024 (UTC)
@Balyozxane, bi min, bila em kategoriyan li gorî alfabeyê rêz bikin. Rêzkirina li gorî alfabeyê zelaltir û bêalî ye, ji bo vê yekê min hertim hewl dida kategorî bi vî awayî binivîsanda. MikaelF (gotûbêj) 21:39, 20 nîsan 2024 (UTC)
Wek mînak:
Kategorî:Civaknasî
Kategorî:Zanist
Kategorî:Civak
Eva ha li gorî eleqayê hatibû rêzkirin? Bi ya min divê wisa be:
Kategorî:Civak
Kategorî:Civaknasî
Kategorî:Zanist

MikaelF (gotûbêj) 22:17, 20 nîsan 2024 (UTC)

@MikaelF Erê li gorî eleqayê ye. Ji ber ku Kategorî:Civaknasî kategoriya sereke ya Civaknasiyê ye, divê ew her daîm li herî jor be. Bot dê wisa rêz bike, eger em qerarekê bidin:
Kategorî:Civaknasî
Kategorî:Civak
Kategorî:Zanist --Balyozxane (gotûbêj). 22:25, 20 nîsan 2024 (UTC)
@Balyozxane, spas ji bo ronîkirina te, lê ez çêtir rêzkirina li gorî alfabeyê dibînim... :) MikaelF (gotûbêj) 22:34, 20 nîsan 2024 (UTC)
@MikaelF Ji bo min ne problem e, em dikarin wisa jî bikin. :) --Balyozxane (gotûbêj). 23:04, 20 nîsan 2024 (UTC)

@Penaber49, Bikarhêner, Avestaboy, û Guherto: Ka hûn çi dibêjin? Fikrekî we li ser vê meseleyê nîne? --Balyozxane (gotûbêj). 20:20, 25 nîsan 2024 (UTC)

Dengdan

Dengdan di 22 nîsan 2024 de dest pê kir û di 29 nîsan 2024 de bi dawî bû.
Hat pejirandin.   2 (%67)  1 (%33)  0 (%0)
ping: @MikaelF, Ghybu, Avestaboy, Gomada, û Bikarhêner: @Penaber49, Biyolojiyabikurdi, û Ferrus: @Bibliophile, Rewiye tine, û Guherto: --Balyozxane (gotûbêj). 19:39, 22 nîsan 2024 (UTC)

Li gorî alfabeyê were rêzkirin

  • Bila hemû kategorî li gorî alfabeyê werin rêzkirin.
  1.  Erê --Balyozxane (gotûbêj). 19:39, 22 nîsan 2024 (UTC)
  2.  Erê --MikaelF (gotûbêj) 20:26, 22 nîsan 2024 (UTC)

Li gorî alfabeyê were rêzkirin lê belê kategoriya sereke li herî jor be

  • Bila kategoriya gotarê li herî jor be lê yên din li gorî alfabeyê werin rêzkirin.
  1.  Erê --Balyozxane (gotûbêj). 19:39, 22 nîsan 2024 (UTC)
  2.  Na --MikaelF (gotûbêj) 20:26, 22 nîsan 2024 (UTC)

Li gorî eleqayê were rêzkirin

  • Bila hemû li gorî eleqayê werin rêzkirin.
  1.  Na --Balyozxane (gotûbêj). 19:39, 22 nîsan 2024 (UTC)
  2.  Na --MikaelF (gotûbêj) 20:27, 22 nîsan 2024 (UTC)
  3.  Erê --Ghybu (gotûbêj) 22:02, 22 nîsan 2024 (UTC)

Bota Twitter��

Silav @Penaber49 û Ghybu:. Min kodeke nû çêkir ji bo parvekirina gotara hefteyê li ser Twîtterê û ceriband [7] Eger em karibin şablonên GHyê standard bikin, ez dikarim her heftê li ser hesabê @Wikipedia_KU bi botê parve bikim. Min şablona {{GH/format}} çêkir. Nimûneya bikaranînê: {{GH/2024/16}}. Çi dibêjin? --Balyozxane (gotûbêj). 19:44, 20 nîsan 2024 (UTC)

Kod li vir e lê belê hîn temam nebûye min ji bo ceribandinê çêkir. --Balyozxane (gotûbêj). 19:45, 20 nîsan 2024 (UTC)
Gelek baş e Penaber49 (gotûbêj) 20:29, 20 nîsan 2024 (UTC)
@Balyozxane min bixwe li ser Twîterê xwe tomar nekiriye, lê ramana te gelek baş e. Ser xêrê be! MikaelF (gotûbêj) 21:50, 20 nîsan 2024 (UTC)
@Penaber49, MikaelF, û Bikarhêner: Peyama pêşîn çû [8] ji niha pê ve her hefte roja duşemê saet 15:00 de gotara hefteyê dê were weşandin. --Balyozxane (gotûbêj). 19:15, 22 nîsan 2024 (UTC)
Gelek serkevtî çêbûye bira destxweş bî bira. Penaber49 (gotûbêj) 19:31, 22 nîsan 2024 (UTC)
@Balyozxane, her bijî, destxweş bî! MikaelF (gotûbêj) 20:24, 22 nîsan 2024 (UTC)
@Balyozxane: Bi min jî xweş e. Lê divê ji alîyê formatê ve were bipêşxistin. Hin kêmasîyên wê parveyê hene. Ger were baştirkirin zêdetir reaksîyon werdigire û ji alîyê xwendinê ve rehettir û balkêştir dibe. -- Bikarhêner (gotûbêj) 23:09, 22 nîsan 2024 (UTC)
@Bikarhêner Kêmasiyan li vir binivîsin, ez ê wextekî minasib li ser wan bixebitim înşela. --Balyozxane (gotûbêj). 23:11, 22 nîsan 2024 (UTC)

script-installer

Silav @Ghybu. Dikarî vana bar bikî ji bo ku Script installer aktîv be?

--Balyozxane (gotûbêj). 18:17, 30 nîsan 2024 (UTC)

@Ghybu MediaWiki:Gadget-script-installer.js#L-7 li vir dikarî "Bikarhêner:Balyozxane/" bikî "MediaWiki:" ? Min ji bîr kiriye. Bibore :/ --Balyozxane (gotûbêj). 10:46, 1 gulan 2024 (UTC)

Abuse filter ji bo addSortKey.js

summary rlike ".*?hat zêdekirin \(\[\[Bikarhêner:Balyozxane/skrîpt/js/addSortKey\.js\|addSortKey\.js\]\]\)$"

Silav @Ghybu: Dikarî koda li jor li Taybet:AbuseFilter zêde bikî? "Tag the edit for further review" hilbijêre û KilîdaRêzkirinê wekî etîket çêkî dê gelek baş be. Spas! --Balyozxane (gotûbêj). 20:33, 14 gulan 2024 (UTC)

Silav @Balyozxane: ✓ Çêbû Ghybu (gotûbêj) 21:27, 14 gulan 2024 (UTC)
@Ghybu: Dikarî vana jî bar bikî?
--Balyozxane (gotûbêj). 22:18, 14 gulan 2024 (UTC)

GFDL

Hello! Sorry to write in English. Şablon:GFDL have disclaimers (Ji bo devjêberdana mafên xwedîtiyê li vir binêre.) and disclaimers should be avoided per en:Wikipedia:GFDL standardization.

So I suggest to create Şablon:GFDL-with-disclaimers and change all files that use the template GFDL to GFDL-with-disclaimers. Then the disclaimers can be removed from GFDL.

If possible the uploaders should remove the disclaimers.

Also GFDL is not a good license so if any files are licensed with GFDL as the only license it would be good if uploader would also add Template:Cc-by-sa-3.0 or Template:Cc-by-sa-4.0. --MGA73 (gotûbêj) 16:25, 17 hezîran 2024 (UTC)

There are 142 files in Kategorî:Wêneyê GFDL. You can see who uploaded by clicking this link. Sadly most are added by a user that is no longer active. --MGA73 (gotûbêj) 15:17, 20 hezîran 2024 (UTC)

Google translate: Slav! Bibore ku bi Îngilîzî dinivîsim. Şablon:GFDL have disclaimers (Ji bo devjêberdana mafên xwedîtiyê li vir binêre.) and the disclaimers should be away per en:Wikipedia:GFDL standardization.

Ji ber vê yekê ez pêşniyar dikim ku Şablon:GFDL-bi-belavkeran biafirînin û hemî pelên ku şablonê GFDL bikar tînin biguhezînin GFDL-bi-derbar. Dûv re daxuyand dikarin ji GFDL werin rakirin.

Ger ku gengaz be divê hilkêşker îxbaran rakin.

Di heman demê de GFDL ne destûrnameyek baş e ji ber vê yekê heke pelek bi GFDL wekî lîsansa yekane lîsans hebe dê baş be heke barker jî Şablon:Cc-by-sa-3.0 an Şablon:Cc-by-sa-4.0 jî lê zêde bike.

Ma kes dikare alîkariyê bike?

Ger destûr hebe ez dikarim bi bota xwe bikim. --MGA73 (gotûbêj) 16:38, 1 tîrmeh 2024 (UTC)

I have requested a bot flag at Wîkîpediya:Bot#Bot_status_for_User:MGA73bot. --MGA73 (gotûbêj) 08:26, 6 tîrmeh 2024 (UTC)

Coming soon: A new sub-referencing feature – try it!

Hello. For many years, community members have requested an easy way to re-use references with different details. Now, a MediaWiki solution is coming: The new sub-referencing feature will work for wikitext and Visual Editor and will enhance the existing reference system. You can continue to use different ways of referencing, but you will probably encounter sub-references in articles written by other users. More information on the project page.

We want your feedback to make sure this feature works well for you:

Wikimedia Deutschland’s Technical Wishes team is planning to bring this feature to Wikimedia wikis later this year. We will reach out to creators/maintainers of tools and templates related to references beforehand.

Please help us spread the message. --Johannes Richter (WMDE) (talk) 10:36, 19 August 2024 (UTC)

Apologies for cross-posting in English. Please consider translating this message.Şablon:Tracked

Hello everyone, a small change will soon be coming to the user-interface of your Wikimedia project. The Wikidata item sitelink currently found under the General section of the Tools sidebar menu will move into the In Other Projects section.

We would like the Wiki communities feedback so please let us know or ask questions on the Discussion page before we enable the change which can take place October 4 2024, circa 15:00 UTC+2. More information can be found on the project page.

We welcome your feedback and questions.
MediaWiki message delivery (gotûbêj) 18:57, 27 îlon 2024 (UTC)