Taqa
Taqa | |
---|---|
Oyuklu | |
Koordînat: 37°23′38″Bk 41°28′7″Rh / 37.39389°Bk 41.46861°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Mêrdîn |
Navçe | Midyad |
Bilindahî | 940 m (3080 ft) |
Nifûs (1990) | 26 |
Koda postayê | 47500 |
Koda telefonê | (+90) 482 |
biguhêre |
Taqa (bi tirkî: Oyuklu), gundekî bi ser navçeya Mêrdînê Midyadê ye. Taqa 14 km durî Midyadê ye, di navbera gundên Mizîzex, Xerabya û Heynwertê da dimînê. Niştecihên gund bi tevahî êzîdî bûn û koçî Ewropayê kirina. Taqa ji aliyê dewleta tirk ve hatiye şewitandin.
Taqa û gundiyên gundê Taqa wekî Heverka têne nasîn, di salên 1922 û 1925 da bi rêberiya Haco herema Midyadê dikevê nava tevgereke kurdperwer. Tevî hemî alîgir û eşîra hevêrka êdî di qesra Seyxo da dimînê asê û nêzî 30 rojî şerekî bê navber ji aliyê Çelebiyê Osmên ve tên ser Haco û alîgirê wî. Haco di ser Heynwertê ra derbasî Helexê dibê. Ji wê derbasî sinsila Bagokê dibê û li Badibê jî demkê dimînê, lê dizanê ku debar nabê êdî xwe li xeta Ferensawî digirê û berê xwe didê binxeta bê vegera nav êla heverka.
Mam Usif, Mirad, Dor û Pîr Pûb xwedanê roja kevnare yên derdorên gundê Taqa ne.
Gelhenasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sal | Gelhe |
---|---|
2008 | ? |
1990 | 26[1] |
1985 | 243[1] |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b Yerelnet, Oyuklu, ji orîjînalê di 27 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 16 nîsan 2011
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |