Here naverokê

Peymana Sevrê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Parvekirina Anatoliyê li gorî Peymana Sevrê

Peymana Sevrê (bi fransî: Traité de Sèvres; bi inglîzî: Treaty of Sèvres) peymaneke aştiyê bû ku di navbera Hevalbendên Şerê Cîhanî yê Yekem, bilî Amrîka û Împeratoriya Osmanî[1], li 10ê tebaxa 1920î piştî dumahiya Şerê Cîhanî yê Yekê ji bo sulh û aştiye li bajarê Parîsê hat morkirin. Ji dewleta Osmaniyan û saziyên Ermenî û Kurd jî hate xwestin ku ji bo parastin û çespandina mafê xwe û pêşkêşkirina daxwaziyên xwe, nûnerên xwe bişînin lihevhatinê. Ermeniyan Bagos Nubar Paşa, komele û cemiyetên Kurdan jî Şerîf Paşa şandin. Qedera Bakurê Kurdistanê di vê peymanê de gelek hate gengeşe kirin ku heta hindek mercên derheqê kurdan de hebûn. Ji aliyê Osmaniyan çar kesan peyman mor kir. Ji ber ku parlemana Osmaniyan li 18ê adara 1920î hatbû hilweşandin, peyman ji bo erêkirinê negehişt ber destê parlemanê û bi vî awayî jî negehişt ber destê Sultan Mehmedê Şeşemîn û di Takvim-l Vakayi, rojnameya fermî ya Osmaniyan de jî nehate belavkirin.

Şerê Serxwebûna Tirkiyê bi seroktiya Ataturkî û berjewendiyên hevalbendên mîna Brîtanya û Fransayê karekî wiha kir ku careke din, ew vegerin ser mêza danûstandinan û li şûna bicîkirina Peymana Sevrê, Peymana Lozanê hate morkirin.

Şerîf Paşayê nûnerê gelê Kurd 2 daxwazname ji bo maf û xwestekên Kurdan pêşkêşî kongreyê kirin: ya yekê li 22ê adara 1919an, ya duyê jî li 1ê adara 1920î. Her wiha Şerîf Paşa bi nunerê Ermeniyan re nîqaş vekirin, lihevhatin û nêzikayî çêkir, bi hev re li 20ê meha Çirya Paşîn sala 1919an daxuyaniyeke hevbeş pêşkêşî kongreyê kir.

Li 10ê tebaxa 1920î, Peymana Sevrê hat pejirandin. Ji bo gelê Kurd di xalên 62, 63, 64ê de, ev biryar hatin girtin. Di nava tixûbê Osmaniyan de, dê dewleteke Kurd ya xudmuxtar bê sazkirin, Salekê piştî dengdaneke giştî li ser daxwazên gelê Kurd, dewleteke kurdî ya serbixwe were damezirandin. Kurdên herêma Mûsilê jî, dê têkevin nava tixûbê vê dewleta serbixwe. Lê ev xal hemî li ser kaxizê man.

Bi dûçûna Peymana Sevrê, li ser axa Împaratoriya Osmanî biryara damezirandina dewleteke Kurdistanê (û Ermenistanê) hebû. Bendên vê peymanê yên 62, 63 û 64ê destnîşan dikin, bê di çi rewşê de û çawa Kurdistaneke serbixwe dê bê damezirandin. Benda 62ê, Kurdistanê wiha dide nasîn: "Devera di navbera rojhilatê Firadê, başûrê Ermenîstanê, Tirkiyê û Sûriyê, yên ku tixûbên wan dê di pêşerojê de bên diyar kirin, herêmên ku Kurd tê de piranî ne". Di destpêkê de, di bin ewlekariya hikûmetên Brîtanya , Fransa û Îtalyayê de, dê mîna herêmeke xweser bimîne. "Di heyamê vê salê de gelê Kurd, ango gelê vê herêmê heger bi piranî daxwaz bike ku ji Tirkiyê bi tevahî veqete û serbixwe bibe û serî li Civata Gelan bixe û Civat, baweriya xwe pê bîne ku kapasîteya vî gelî, ya damezirandina serxwebûnê heye û damezirandinê bipeyîtîne, Tirkiyê ewletî dide û misoger dike ku ji bo vê damezirandinê dest ji tevahiya mafên?? xwe berde," (Bend: 64). Dawiya vê beşa peymanê wiha ye: "Heger piştî damezirandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê, Kurdên li wilayeta Musulê, ku beşek ji Kurdistanê ne, daxwaz bikin ku biçine ser axa Kurdistanê, ti îtîrazên hêzên hevalbend dê nebin."

Heman dewletên ku bi van gotinan damezirandina Kurdistanê dipejirandin, paşî dev ji gelşên navxweyî berdan û ji bo ku Yekîtiya Komarên Sovyeta Sosyalîst dorpêç bikin, berevajî bicîanîna bendên peymanê, destek dan damezirandina Komara Tirkiyê û gelê Kurd feda kirin. Bi peymana bi Komara Tirkiyê re, ya di 24ê tîrmeha 1923an li Lozanê, xîmê dewleta neteweyî ya yekparçe -netew dewleta tirkî- hate danîn, ewa ku mîrateya Mêrikê Nexweş Yê Ewropayê -the sick man of europe- bû, lewra dewleta kurdkuj û faşîst a tirkiyê bi alîkariya hêzên biyanî hate damezirandin. heyf, hezar heyf

Mercên Peymanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Binêşa(xîmê) peymanê, bi awayekî fermî û gorekî lihevhatineke nepenî di navbera hevalbendan de li meha nîsana 1920î di Konfransa San Rîmoyê de hatbû danîn. Împeratoriya Osmanî parçeparçe kir. Ev peyman xwedî 433 madeyan e, sê madeyên vê peymanê; madeya 62, 63 û 64ê rasterast li ser xweserbûna Kurdistanê disekine.

Rojhilata Navîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gorekî deqa peymanê, diviya xweserî ji bo Komara Demokratîk ya Ermenistanê (Ermenistana Wîlsonî) û Hîcazê re misoger bibûya. Piştî heyamekê û gorekî hinek mercên mîna rapirsîn anku referandumekê, Kurdistaneke xweser bihatiba damezirandin. Dîsa di bendên 62-64ê ji pişka 3ê ji Peymanê, diviya Wîlayeta Mûsilê jî bihatiba ser wê Kurdistana xweser.

Brîtanyayê mafê Serperiştiya Îraqê û Felestînê wergirt. bi biryareke paştir Felestîn keft bin serperiştiya Neteweyên Yekgirtî. Fransayê mafê Serperiştiya Libnanê û Sûryaya Mezin wergirt.

Yewnan: Agirbesta Murosê, û pişt re jî, Dagîrkiina Izmîrê ji aliyê Yewnanian ve, li 21ê gulana 1919an desthilata wan herêman êxist destê Yewnanian. Li 30ê tîrmeha 1922ab ew herêm wekî herêmeke parêzgarîkirî hat ragehandin û li gor Peymana Sevrê jî benderê serekî yê Izmîrê Smîrna û piraniya deverên Trakiyaya Rojhilatê û hindek deverên rojavaya Anadolê dikevtin bin desthilata Yewnanian.

Îtalya:

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Helmreich, Paul C. (1974). From Paris to Sèvres: The Partition of the Ottoman Empire at the Peace Conference of 1919–1920. Columbus, Ohio: Ohio State University Press. p. 320. ISBN 9780814201701. OCLC 694027.