Muhemed Umran
Kolonel Muhamed Umran (Erebî: محمد عمران; 1922–4 Adar, 1972) dayek ji damezirîner û endamê lijneya leşkerî ya Partiya Baesê bû û herwiha şoreşa 8ê adarê heta derbeya leşkerî ya 1966an li Sûriyeyê kesayeta sereke di siyaseta Sûriyeyê de bû.
Jiyan û karûbar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Umran di sala 1922an li malbeteke elewî û cotkar ji dayik bû, malbata wî ji eşîra Xeyatîn e. Li gundê Muxerem yê çiyayên rojhilatê Humsê bûn. Umran di şerê 1048an yê Ereb û îsraîlê de endamê artêşa Sûriyeyê bû û ji ber destwerdana leşkerî ya xurt ya salên 40î û 50î di jiyana siyasî de, Umran jî zêde bi siyasetê ve mijÛl bû. Sala 1954an, roleke biçûk ya wî di serhildana Ekrem Horanî li dijî Edîb Şîşeklî hebû. [1]
Yek ji endamên damezirînê yên lijneya leşkerî bû,[note 1] lê bêtir wek serok tevdigeriya.[1] Heta sala 1963an anku şoreşa 8ê adarê, Umran berdevkê lijneyê bû û herwiha temenmezintirîn endamê wê bû jî.[2] Di destpêkê de, armanca lijneya leşkerî ew bû ku ji nû ve partiya baesê ava bike ku piştî Komara Ereb ya Yekgirtî (KEY) bi serokatiya Cemal Ebdilnasir hatibû ragihandin û herwiha bi fermana wî hemû partiyên siyasî li Sûriyeyê hatibûn fesixkirin ku baes jî di wan de bû û herwiha armanc jî ew ku serokatiyeke nû ji partiyê re deynin. [3] Di serdema KEYê de, Umran û Cidîd diçûn welatî ta ku pêwendiyê bi birêveberên berê yên partiyê re deyinin lê ti carî behsa lijneya leşkerî nedikir .[4] Piştî têkçûna yekitiyê û jihevketina komarê, Umran xwe gihand endamên din yên lijneyê û pirsî bê gelo dikarin derbeyekê çêkin û ji nû ve yekitiyê pêk bînin. Dest bi pilanan kir û hesab kir bê paritya Baesê li pêşberî reqîb û dijberên xwe çiqasî xurt e û wisa biryar da ku derbe pêkan e.[5]
Umran di konreyea neteweyî ya 5an a Baesê de delegasyon bû û ji Mîşel Efleqî re qala niyeta lijneya leşkerî kir– Efleq derbeya lijneya leşkerî, bi armanca desthilatdariyê qebûl kir lê ti peyman derbarê şêweya parvekirina hêzê nehat çêkirin.[6] Piştî şoreşa 8ê adarê di sala 1963an de, Partiya Baesê- beşê Sûriyeyê bû desthilatdar li Sûriyeyê. Umran li Humsê bû serokê lîwaya 5an .Umran kabîneya Selaheddîn Elbîtar, bû cîgirê serokwezîrî, ew hikûmet hikûmeta yekem ya baesê di dîrokê Sûriyeyê de bû. [8]
Piştî ku bûne desthilatdar, Umran bû endamê Encûmena niştîmanî ya Serokatiya Şoreşê (ENSŞ).[9] Ev beş zêdetir ji aliyê lijneya leşkerî û baskê leşkerî dihatin birêvebirin û gelek biryar dan bê ku bi hevalên sivîl bişwêrin .[9]
Sala 1966an, Ji ber derbeya leşkerî ya 1966an li Sûriyeyê, Umran ji meqama xwe hat avêtin û wan ew xist zindana Mezê. Piştî Şerê şeş rojan bi Îsraîlê re, hat berdan. Di wî şerî de Îsraîlê karî Bilindahiyên Colanê dagir bike. Piştî ku Umran hat berdan reviya û çû Libnanê. [1]
Mirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Umran sala 1972an di 14 adarê de Trablûsa Libnanê hat kuştin.[1]