Here naverokê

Gosho Aoyama

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gosho Aoyama
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (61 salî)
Japon ou Tottori Prefecture (en) ou Hokuei (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê rastî
青山剛昌Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê jidayikbûnê
青山 剛昌Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Nihon University (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Animator, comics artist, MangakaLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Minami Takayama (en) (ji heta )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qada xebatê
Cartoonist (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malper
Xelat
Shogakukan Manga Award (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xebatên navdar

Gosho Aoyama (bi japonî: 青山 剛昌, lat. Aoyama Gōshō, jdb. 21ê hezîrana 1963an li Daei (îro Hokuei, Prefektoriya Tottori) hunermendekî şêwya manga (mangaka) yê japonî ye.

Gosho Aoyama mangaya xwe ya yekem di sala 1986an li ser sernavê Chotto Mattete (ちょとまってて) weşand. Ji berhemên wê herî navdar li hindê din Yaiba, Magic Kaito û Detektîv Conan tên hesibandin. Bi taybet Detektiv Conan rojane bi 94 bandên mangayê, 896 beşên rêzefîlm û 21 fîlmên sînemayê Aoyama navnetewî navdar kir û pereyî jî biserkeftî bû. Di sala 2000an ew li ser siraya sêyemîn yê kesên privat japonî yê herî pere distînin, di sala 2001ê de ew siraya şeşem bû û di sala 2006an ji wekî Rumiko Takahashi mangavanê wê herî rind pere distînin.

Di sala 1993an Aoyama ji bo Yaiba Xelata Shogakukan Manga yê 38mînê di kategoriya zarok distand û ji bo Detektîv Conan ewî di kategoriya Şonen (Shonen) Xelata Shogakukan Manga yê 46mînê distand.

Gosho Aoyama li ber xêzkirina mangayan jî çalak Kendo û beyzbolê dileyze. Her wiha jî ew ne tene fanê goga pê ew him jî fîlm û romanên polisiye ye (bi taybet romanên Sherlock Holmes) wê ew bi fîgûran û motîvan gelek caran di naveroka Detektiv Conan jî bi kar anî.

Di 5ê gulan 2005 Ayoma bi Minami Takayama zewici bû wê di koma popê Two-Mix stranbêje û dûblajvane rezefîlmên anime ye, di nav wande ewî Conan jî dûblaj dikir û di rêzefîlm de jî pêşwîsteyekî wê hebû. Di kanûna pêşîn a 10ê 2007 de rojnameyên japonî derbarê teleqa wan de dinivîsin.

  • Chotto Mattete (1986)
  • Magic Kaito (ji sala 1988)
  • Yaiba (1989)
  • 3rd Base 4th (1993)
  • Aoyama Gōshō Tanpenshū (1994 und 2011, banda kurteçîrokan)
  • Detektîv Conan (ji sala 1994)
  • Tell Me A Lie (2007)
Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya almanî pêk tê.