Here naverokê

Farisiya kevn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Farisiya kevn an farsiya kevnar an jî Exmînî, zimanê farisiya bastane ku di serdema Hexamenişiyan de heta têk çûna Silsileya Silûkiyan di Îranê de Farisan pê diaxivtin û ketîbeyên xwe pê dinivîsîn. Belge ya herî girîng ji vê Farisiyê Ketêbeya Daryûş ya di Bêstûnê ye ku bi sê zimanê Îlamî, Akadî û Farisî nivîsiye. Daryûşi li ser wan keviran behs a pîrozî û serkeftina xwe ya li hemberî dijmin dike û laveyan ji Ahûra Mezda dike û dibêje: "Xwedayo tu vî welatî ji derew, nepakî, nexweşî û nerastiyê biparêze." Ev çend mînak in ji şûn û warên zimanê parsiya kevin ku li ser çiyayê Bêstûn hatine kolan.

"Dareyewe ûş xişayetiye wezerke xişayetiye xişayetiya nam xişayetiye de h��w nam hiştaspehiya putir hexamenişiyahî emem teçerem ekewnûş." Wate: Daryûş şahê mezin, şahê şahan, şahê welatan, kurê Guştaspî Hexamenişî ku ev koşk û qesr çêkirin[1]

  1. ^ Dîroka Zimanê Farsî Dr. EbolQasimî.