Cûcikkebab
Xuyakirin
Cûcikkebab | |
---|---|
Pêk tê ji | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Cûcikkebab, cûcekebab, biraşkek (kebab) ji goştê ferîk û zîxankan, ango bêçeyan (çêt, ferûc, şelûvk, varik) e. Di orjînalê de bi goştê cûcikê bûye, navê xwe ji wir girtiye. Faris jūje-kabāb (farisî: جوجهکباب) dibêjin. Bi heman navê derbasê romiyan (tirk) jî bûye, li Tirkiyeyê jê re cüce kebap dibêjin. Di pêjgeha Azerbaycanê de bi navê Cücə kabab derbas dibe. Li Îranê kebabeke navdar e.
Berpijiya (melzemeyê pijînê) vê kebabê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 285 gr goştê ferûcê yan di wê giraniyê de ferûcek (bêçe, varik)
- 1 serî pîvaz
- 1/2 lîmon (ava hinarê jî dibe)
- 10-15 gr to
- Xwê (solin)
- Qevdekê yan li ser daxwazê zêde gijnîj (10-15 gr, pêşniyar)
- Qevdekê yan zêde bexdenûs an cehperî (ji gêjnakan) (10-15 gr, pêşniyar)
- Îsota pûlpelî (îsota tûj, îsota sor)
Amadekirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Varika xwe amade bikin, pakij bişon û bikin du qet. Xwê, biharatê pê werbikin, li şîşan bixin. Toyê li rûyê goşt bidin, bidin ser mantêzê (manqel).
Binikên xwarinê bînin, goştê pijiyayî parve bikin. Lîmonê ziravkî kerî bikin û pîvazê xelekî hûr bikin, bi vana binikan bixemilînin. Bo servîsê amade ye.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- (farisî) Cûcikkebab.
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |