Îdir
Îdir
Reşqelas | |
---|---|
Bajar | |
Iğdır | |
Koordînat: 39°55′12″Bk 44°2′37″Rh / 39.92000°Bk 44.04361°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Îdir (parêzgeh) |
Serbajar | Îdir |
Hejmara bajarokan | 4 bajarok |
Hejmara gundan | 40 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.431 km2 (553 sq mi) |
Bilindahî | 860 m (2820 ft) |
Nifûs (2009) | 122.780[1] |
• Berbelavî | 85,8/km2 (222/sq mi) |
• Serbajar (2009) | 76.950 |
Koda postayê | 76500 |
Koda telefonê | (+90) 476 |
biguhêre |
Îdir an jî Reşqelas[2] (bi tirkî: Iğdır) bajarekî Bakurê Kurdistanê ye û bajarê navenda a Parêzgeha Îdirê ye.[3] Li gorî daneyên sala 2022an nifûsa bajêr 101.700 kes e.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dîroka kevnar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gorî lêkolînên arkeolojîk ên ku li Îdirê hatine kirin nîşan didin ku li herêmê ji mêj ve jiyan dest pê kiriye û herêmê malavaniya gelek şaristaniyan kiriye. Lêkolîn nîşan didin ku bicihbûnên yekem ên li herêmê ji serdema paleolîtîk û mezolîtîkê vedigere.[4]
Piştî ku Hûrî di navbera 5000 û 4000 salên berî zayînê de li herêmê bi cih dibin piştre gelên wekî Mîttanî, Hîtît, Asûrî, Kimerî, Med, Pers, Sumer û Sûbayî li herêmê bi cih bûne.
Herêm li dora 700 û 550 salê berî zayînê de ji aliyê Împeratoriya Medan ve hatiye birêvebirin.
Dîroka nûjen
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Îdir, an jî Îdir, piştî têkçûna wê ya paşîn di Şerê Rûs û Farisan ên (1826-1828) de ji aliyê Împaratoriya Rûsyayê ve ji Farisan tê standin. Piştê demekê dirêj ê dagirkirina rûsan bajêr di sala 1840an de bûye beşek ji herêma Îmeretiyaya Gurcistanê
Beriya Serhildanên Agiriyê îdir girêdayî bajarê Agirî bû. Piştî têk çûyîna Serhildana Agirî, Îdir bi Qersê ve hatiye girêdan û heya 1992an yek ji navçeyên parêzgeha Qersê maye. Di sala 1992an parêzgeha Îdirê hatiye damezrandin û bajêr dibe rêveberiya parêzgeha Îdirê.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bajarê Îdirê li bakurê Çiyayê Agiriyê li ser deşteke ku li gorî herêmên din ên derdora deşteke nizm e hatiye avakirin.
Avhewa
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Îdir xwedî avhewaya parzemînî ya nîvziwa (Köppen: BSk, Trewartha: BS) ku di mehên havînan de germ û ziwa ye û di mehên zivistanan de sar û bi berf e.
Di mehên havînan de germahiya bajêr dike heya 33 °C bilind bibe û di mehên zivistanan de germahiya heya -6.7 °C ê dikeve.[5]
Germahî û barîna nîvekî ya mehane yê Îdirê
Çavkanî: Statîstîkên avhewaya Îdirê
|
Aborî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pêşketina nifûsê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pêşketina niştecihan | ||||||||||||||||||||||||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Sal | 1955 | 1960 | 1970 | 1980 | 1985 | 1990 | 1997 | 2000 | 2007 | |||||||||||||||
Niştecih | 17.585 | 14.670 | 29.542 | 24.352 | 29.460 | 35.858 | 45.941 | 59.880 | 75.927 |
Dîmenên Îdirê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Dîmenek ji Îdirê
-
Deşta Îdirê
-
Kêlkeyê gorrê bi qloçê beran li Îdirê
-
Wergirtinek Îdirê ji Çiyayê Araratê
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "TÜİK, 2009". Ji orîjînalê di 17 îlon 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 sibat 2011.
- ^ İbrahim Sediyani (2009). "Adını Arayan Coğrafya", Özedönüş Yayınevi, İstanbul. ISBN 9786054296002
- ^ Sediyani, İbrahim (2009). Adını arayan coğrafya. İstanbul: Özedönüş. ISBN 978-605-4296-00-2.
- ^ "Tarihçe". igdir.ktb.gov.tr. Roja gihiştinê 6 îlon 2024.
- ^ "Statîstîkên avhewaya Îdirê".
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- (bi tirkî û kurdî) Girêdana arşîvê 2007-02-05 li ser Wayback Machine
- Malpera fermî ya bajêr
- Malpera nûçeyan a Îdirê Girêdana arşîvê 2008-05-11 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |