Here naverokê

Silêmanê dunikul

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Diksilêman, silêmanê dunikul, hûphûpik
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Coraciiformes
Famîle: Upupidae
Leach, 1820
Cins: Upupa
Cure: U. epops
Navê zanistî yê latînî
Upupa epops
Linnaeus, 1758

Dîksilêman, botbotik, silêmanê dunikul, dodo, dawudik an jî hûphûpik, cureyek ji balindeyan e.

Koçberê Havînê ye. Di demsala buharê de di orta meha adarê de tê û di payizê de vedigere Efrîkayê. Bi timika xwe ya drêj dihê nasîn.

Li nav xerzikan, li daristanên mezin û biçûk, li nav ripinan, li çolê beyar û gelek deverên din dihê dîtin.

Hêlîna xwe li kortikên aran û li qulên axan de çêdike. Dema qurpketinê ji teriya wê bêhnek gran belav dibe. Di navbera 4-12 hêkan dike û 16 rojan qurp dimîne.Di dema qurp ketinê de nêr mêyê xwedî ike.

Bi rîtmek hêdî û bi pêl ifre Frîna wê weke frîna Perîdanikan e.

Bi nikulê xwe ê tûj û drêj kurmikên bin axê derdixe û dixwe. Carinan bi xwêrkêşin biçûk, bi amfibiyan bi tov û fêkiyan jî xwe xwedî dike.

Bi hevjînê/a xwe re pirr sadiq e. Dema hevjîna/ê wî dimre nema hvaltiyê bi hinekên din re dike.

Di gelek efsaneyan de cî girtiye.

Di mîtolojiya ereban de, a misiran û yunan de botbotik li gorî îslamiyuetê Xwedê timika serê wî ji ber ku ji dê û bavê xwe re pirr bi hurmet e dayîyê. Lewra ev çûk dema dê û bavê wan ji ber extiyariyê ji qawetê dikevin, wan xwedî dikin.

Rêberî ji Silêman pêxember re kiriye û bû ye sedem ku ew di çolê de avê bibîne. Ji ber vê jî ereban navê wê kiriye "hud hud" (li wir e, li wir e)

Silêmanê dunukil çû ser darê tirik kir

Dodo kete kemînê
Kemîn jibo evînê
Şax bi şax digere
Çarekê jê nabîne
Dodo Dodoooo

Dodo dodo te çi kir
Çû parsînê şuxul kir
Heta hat û keçik mir
Kullik danî bavo kir
Tellik danî bavo kir

Seyrê qîza axê ye
Delalîka serey e
Qelenê xwe buha ye
Dodo liser helyaye
Dodo xortek hêja ye

Seyranê heda meda
Tevir girt û erd veda
Jibo evîna Dodo
Çavê te ma di rê da
Te canê xwe kir feda.

Gelêrî (Herema Serhedê)