Tabûra Şehîd Nubar Ozanyan
Tabûra Şehîd Nubar Ozanyan
| |
---|---|
![]() | |
| |
Dema avabûnê | |
Cihê damezrandinê | |
Îdeolojiya siyasî | Berjewendiya hindikayiyê, dijîmperyalîzm û dijfaşîzm ![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Tabûra Şehîd Nubar Ozanyan (bi ermenî: Նահատակ Նուպար Օզանեան Գումարտակ, Nahatak Nupar Ozanean Gumartak, erebî: طابور الشهيد نوبار اوزانيان, Tābūr Al-Shāhīd Nūbar Awzānyan) rêxistineke leşkerî ya ermenî li Sûriyeyê ye, ku beşek ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk e. Di 24ê nîsana 2019an de, di salvegera 104an a nîjadkujiya ermeniyan de, li Dêra Marziya ya Tel Goranê hate damezrandin.[1]
Navê wê rêxistinê li ser navê Nubar Ozanyan, şoreşgerekî marksîst-lenînîst ê ermenî yê ji Tirkiyeyê bû, ku di şerê Reqayê de fermandarê TÎKKOyê, baskê mîlîtan yê Partiya Komûnîst a Turkiyeyê/Marksîst-Lenînîst (TKP-ML) bû jî di şerî de hat kuştin.[1]
Taburê diyar kir ku armanca wan ew e ku gelê ermenî, ziman û çanda ermenî û hemû gelên rojavayê ji çeteyên DAIŞê û dewleta Tirkî ya ku weke "Nûnerê niha yê Komeleya Yekîtî û Pêşketinê ya faşîst" bi nav kir, biparêze.[1]
Di 14ê tebaxa 2019an de Tabura Şehîd Nubar Ozanyan û TKP-MLê ji bo bîranîna duyem salvegera şehîdbûna Ozanyan a di şerê Reqayê de, bi amadebûna nûnerên gelek milîsên HSDê û komên şoreşger ên komunîst ên tirk, merasîmeke hevpar li dar xistin.[2]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b c "Nubar Ozanyan Armenian Brigade declared". ANF News. Ajansa Nûçeyan a Firatê. 24 nîsan 2019.
- ^ "Komutan Nubar Ozanyan Rojava'da yapılan askeri törenle anıldı". TKP-ML (bi tirkî).
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |