Here naverokê

Amîdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Amîdî
Navê rastî
Elî
Jidayikbûn1156
Mirin3 çiriya paşîn 1233
Şam
EsilKurd
BernavEbû'l Hesen Seyfûdîn
Hevwelatî Eyûbî
PîşeFelsefe, Fiqih, Hedîs, Kelam
SerdemSerdema Zêrîn a Îslamê
BandorbarÎmam Şafiî, Xezalî, Îbn Hacîb
BandorkerKemaledînê Yûnis
Dê û bav
  • Muhemmed (bav)
biguhêreBelge

Ebû'l Hesen Seyfûdîn Amîdî yan jî bi tenê Amîdî (jdb. 1156 Amed - m. 1233 Şam) feqîh, û kelamnasekê navdar ê Amedê ye ku bi eslê xwe kurd e.[1] Ew zanayekê fiqhê Şafiî ye ko bizav kiriye bi rêya zanistê kelamî fiqh û şerîetî li hev bîne.

Yek ji zanayên sedsala 12em tê nirxandin. Zêdetirî 20 berhemên wî hene. Xebatên xwe li ser fîlozofî, hedîsên pêxemberê Îslamê, dîrok, fiqihê û mentiqê bi kar aniye.[2]

Dihêt gotin ko berhemên Amîdî yên li ser kelam, fiqih û mentiqê nêzikî 20an in, lê îro hemî li ber destan nîne. Ên ko hene ev in[3]

  • Xayet-ul-meram fî ilm-ul-kelam,
  • Deqaiq-ul-heqayiq fil-hikme,
  • Îhkam-ul Ehkam,
  • Ebkar-ul-efkar fî usûliddîn,
  • Xayet-ul-emel fî ilm-il-cedel,
  • Rumûz-ul Kunûz,
  • Menaih-ul Keraîh,
  • Kitab-ul-Bahir fî ulûm-il-ewail wel-ewaxir,
  • Munteh-es-salik fî ruteb-el-mesalik,
  • Munteh-es-sûl fî ilm-el-usûl,
  • Kitab-ul-mubîn fî şerh-el-meanî el-hukema we-l-mutekellimîn,
  • Et-Tercihat fî-l-Xilaf,
  • El-Muaxizat fi-l-Xilaf,
  • Lubab-ul-elbab,
  • Et-teilîqat-us-sexîre we-l-kebîre fî-l-xilaf.