Şêniyên Minbicê 5 lehengên xwe oxir kirin
MINBIC– Cenazeyên 5 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên di berxwedana li dijî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ‘ê li rojavayê Minbicê, şehîd bûne, li goristana Şehîdan a Minbicê, spartin axê.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mehmûd El-Îsa yê di 4‘ê vê mehê de li gundê Um Xerza, Ibrahîm di 5‘ê mehê de li gundê El-Bû Xaz, Deşo Deşo di 7‘ê mehê de, Mihemed El-Şêx di 4‘ê mehê de li gundnê Um Xerza û Cemîl Ibrahîm (Cemal) ê di 6‘ê mehê de jiyana xwe ji dest dan.
Bi sedan şêniyên Minbicê ji bo oxirkirina cenazeyên her 5 şehîdan li pêşiya nexweşxaneya Niştimanî ya bajêr kom bûn. Girse cenaze ji nexweşxaneyê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebeyan ber bi goristana şehîdn a bajêr derketin rê.
Li wir merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmî de rêveber û endamên saziyên sivîl, sivîl û leşkerî amade bûn.
Merasîm bi turaneke leşkerî dest pê kir. Paşî endama Saziya Malbatên Şehîdan Emîra Mihemed axivî û got: “Bi saya vîn û qehremana van têkoşeran em bi aramî dijîn. Van lehengan em ji terora çeteyan rizgar kirin û parastina me dikin. Şerê li Sûriyê didome komployeke navdewletî ye.ʺ
Di merasîmê de her wiha berdevkê fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş jî axivî û soza xwe ya bi şehîdan re dûbare kir û got ew ê tevahî Minbic ji terorê rizgar bikin.
Hevserokê Meclîsa Zagonsaz-Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundên wê Farûq El-Maşî jî axivî û wiha got: “Şêniyên Minbicê şehîdên xwe yên leheng ên ku xwîna xwe di ber vî welatî de dane, oxir dikin. Em bejna xwe li hember şehadeta wan ditewînin.”
Piştî axaftinan, endama Saziya Malbatên Şehîdan Ibrahîm El-Xilêf nasnameya şehîdan xwend û radestî malbata wan kir.
Şervanan cenzayên hevalên xwe li ser milên xwe kirin û di nava dirûşmeyan, spartin axê.
(bb)
ANHA