Lur
Gelhe tevahî | |
---|---|
Îran 4 - 5 mîlyon (6% ji nîfûsa Îranê)[1][2] Iraq 127.000[3][4] | |
Ziman | |
Lurî, Kurdî, Farsî | |
Baweriya dînî | |
Îslam (Şiîtî) Yaresan, Zerdeştî | |
Têkildarên komên etnîkî | |
Ariyan (Kurd, Peştûn, Pars, Kumzarîyan, Belûç) |
Lur komekî gel in ku li rojavayê Iranê û di hinek parçeyên rojhilata Iraqê dijîn. Bi taybetî 3 eşîrên lurî hene wekî binav Bextiyarî, Mamêsenî û Kûgîluyî. Ew eşîr tenê ji bo Zimanê lorî têkiliya ew in.[5] Ji gelek dîroknasên kurd ji dîrokî tê gotin ku gelê lur bi eslê xwe yan hîn jî kurd in û di sedsala 16an ji navendiya û bakura Kurdistanê koçeriya başûrê Zagrosê kirin.[6] Di nav wan salan de Xanedana Xurşîdiyan hatî ava kirin, revêberiya xanedan gotin da ku ew xelkên xwe „Kurdên lurî“ ne, kurd wekî bi zaravayê lurî diaxivin.[7][8]
Tekiliyên Kurd û Lur di dîrokê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Lur [9], civakekê li Rojhilatê Kurdistanê bi cih dibin. Nijada gelê Lur Arî ye. Lê belê zimanê lurî vê demê weke zimanekî cûda tê dîtîn. Herçend Lur bi piranî xwe gelek serbixwe dibîne li gor dîroknasê kurd Şerefxanê Bidlîsî û gelek dîroknasên din, gelê Lur bi eslê xwe ve Kurd[10]e:
- Şerefxan di Şerefname de dibêjê ku çar beşên Kurdan heye "Kurmanc, Lur, Kelhor û Guran" ku her yek ji wan bi zaravayek an jî zimaneke cuda diaxive.[11]
- Di "Zubdet El-Tewarix" de dibêje "Li wê derê gundek heye —Dehkurd— ku kurd li wir dijîn. Zimanê wan kurdî ye û ji wan re Lur tê digotin.[12]
- Dîroknasê navdar Elî ibn el-Esîr ( علي عز الدین بن الاثیر الجزري ) di pirtûka xwe ya "Dîroka Bertemam ( الكامل في التاريخ )" de dibêje "Lur komeke bin-Kurd in"[13]
- Dîroknas Yaqut el-Hemawî (ياقوت الحموي الرومي) di pirtûka xweya "Mu'cem el-Buldān" (معجم البلدان) de dibêje “Ew —Lur— di navbera "Îsfehan" û "Xuzistan" de dijîn, bi eslê xwe ve kurd in."[14], [15], [16]
- Dîroknas Mesûdî ( أ��بُو ٱلْحَسَن عَلِيّ ٱبْن ٱلْحُسَيْن ٱبْن عَلِيّ ٱلْمَسْعُودِيّ ) di pirtûka xwe ya "Pêşvebirê Zêr û Mîneralên Bingehîn" ( مُرُوج ٱلذَّهَب وَمَعَادِن ٱلْجَوْهَر ) de dibêje " Lûr bi eslê xwe ve kurd in."[17]
- Dîroknasê Osmanî Ehmed Cevdet Paşa di pirtûka xwe ya “Tarih-i Cevdet = Dîroka Cevdet Paşa wiha dibêje "Lur, Bextiyar, Guran û Lek bi eslê xwe kurd in. Ji heman kokê tên. Her wiha di her yekê de binekomên wan hene.”
- Bextiyarî yek ji êlên Lur e. Dîroknasê îranî Hemdûllah Mistewfî Qezwînî dibêje ku Bextiyarî bi eslê xwe ve kurd in û ji Kurdistana Rojava hatîne li vê herêmê bicîh bûne [18]. Herwiha dîroknas û emîrê kurd Şerefxanê Bidlîsî di berhema xwe Şerefname de diyar dike û dibêje Bextiyarîyan yek ji 28 êlên kurdên ku koçberê Loristanê kirîye ye [19], [20]
- Bavê Asûrîolojî û Farisnas Sir Henry Rawlinson, Baronet 1. dibêje "Xuya ye ku Lûr bêtir kurd in."
- „Ew —Lur— ji nêz ve bi kurdan ve girêdayî ne, lê ew "xuya ye ku 1000 sal berê ji kurdan cuda bûne." Dîroknas Profesor Michael M. Gunter, [21]
- Karsazê Brîtanî, gerok û zanayê kevnar Claudius Rich di pirtûka xwe de wiha dibêje “Min tu ferq di navbera Lur û Kurdan de nedît … Bextiyarî, Zend û Lekên ku li Luristanê dijîn bi eslê xwe Kurd in.”
- Di pirtûka xwe ya "Rêwîtiyên Marco Polo: Çapa Tevahiya Yule-Cordier ..." de Marco Polo wiha dibêje “Lur bi kurdan re girêdayî ne û bi zaravayek kurdî diaxivin, wekî hemû ew Îlyat, yan jî koçerên faris; yên ku ne ji nijada tirk in”[22], [23]
- Geştyarê Osmanî Evliya Çelebî (1611 – 1682) di pirtûka xwe ya bi navê “Seyahatnâme = Pirtûka Geştê” di cilda 4an de, Lur wek “Lûr Kurd” û “Kurdên Lûristanê” bi nav dike.[24]
- Metranê Suryanî Bar Hebraeus di kronogrofiya xwe ya bi nav "Kronografiya Bar Hebraeus" (The Chronography of Bar Hebraeus) wiha dibêje “Niha Ehmed riswa bû û Erxûn bi ser ket, Şemseddîn reviya çiyayên Medya û xwe spart nîjadeke Kurdan ku ji wan re Lur têne gotin.”[25]
Dabeşkirina luran
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Lur | |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Lurê Biçûk | Lurê Mezin | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Luristana Feylî | |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Piştkuh | Pêşkuh | Bextiyarî | Kûgîluyî | Mamêsenî | |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Îlam | Luristan | Çarmihal û Bextiyarî | Kûgîluyî û Buwêr Ehmed | Şolistan | |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Ziman
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gotara bingehîn: Zimanê lurî
Hinek çavkanî lorî wek zaravekê kurdî dijmêrin, lê hinek çavkaniyên nû, anku çavkaniyên ji Sêr Idmonds û vir de wek zaravekê farsîdibîne. Lorî bêhtir nêzîkî zimanê kurdî ye û gelek lêkçûn navberî wan hene. Diroknasê kurd Mihemed Emîn Zekî Beg piştê gera xwe ya Luristan'ê heman fikrê de dimîne û pirtûka xwe ya "Dîroka Kurd û Kurdistanê" diyar dike. Lorî di nav xwe de li du zaraveyên diqete: zimanê Lurên Biçûk ev zarave di nav zimanê kurdî de tê hejmartin û zaraveyên Lurên Mezin faris wan ji zimanê kurdî diqetîne.
Devokên Lurî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Bala Gariva: lûrî-lûristanî an jî lûrî-kuçik, zaravaya lûrî ya li loristan tê axavtin e.
- Bextiyarî: bextîyarî zaraveyekî lurên-mezin e, li navbera Loristan û Îsfahanê tê axavtin.
- Şahrî-kurdî (Dehkardu): li nav û devdorê şehrê bi navê Şarî-kurd tê axavtin.
- Xurremabadî: li bajarê Xorramabadê tê axavtin.
- Kuhgîlu: zaraveyekî lurên mezin e, li navbera Xuzestan û Farsêtê axavtin.
- Mamesenî: li herêma Farsê ji ber qasê 300.000-400.000 kesan tê axavtin.
- Buwerehmedî: Li parezgeha Kûgîluyî û Buwêr Ehmed tê axavtin.
Gotarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Iran". The World Factbook. Ji orîjînalê di 3 sibat 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 tebax 2013.
- ^ "Iran" (PDF). New America Foundation. 12 hezîran 2009. Roja gihiştinê 26 tebax 2013.
- ^ http://www.peoplegroups.org/Explore/groupdetails.aspx?peid=11717
- ^ https://joshuaproject.net/people_groups/13158/IZ
- ^ Minorsky, V. (24 nîsan 2012). "Luristān". Encyclopaedia of Islam, Second Edition (bi îngilîzî). Brill.
- ^ Amanolahi, Sekander (2002). "Reza Shah and the Lurs: the Impact of the Modern State On Luristan". Iran and the Caucasus. 6: 193–218. doi:10.1163/157338402X00124.
- ^ Hamzee, M. Rezaa (1990), The Yaresan : a sociological, historical, and religio-historical study of a Kurdish community, Islamkundliche Untersuchungen (138), p. 54
- ^ Anonby, Erik John (2003). "Update on Luri: How many languages?". Journal of the Royal Asiatic Society. 13 (2): 171–172. doi:10.1017/S1356186303003067. S2CID 162293895.
- ^ G Kurdistan. Înstîtuta Kurdî ya Amedê.
- ^ Bo Lur, binêre rûpela 62-63. Şerefname'yê daxîne: https://wesanxaneyaazad.net/wp-content/uploads/2020/09/SEREFNAME_SEREFXANE-BEDLISI.pdf Girêdana arşîvê 2020-10-19 li ser Wayback Machine
- ^ Bo beşên Kurdan binêre rûpela 62-63. Bo Bextiyarî binêre rûpela 80. Şerefname'yê daxîne: https://wesanxaneyaazad.net/wp-content/uploads/2020/09/SEREFNAME_SEREFXANE-BEDLISI.pdf Girêdana arşîvê 2020-10-19 li ser Wayback Machine
- ^ Ibn al-Balkhi (ابن البلخی) pirtûk a wî “Fars-Nama” (فارسنامه). Rûpel: 537.
- ^ Elî ibn el-Esîr ( علي عز الدین بن الاثیر الجزري ) Pirtûka wî "Dîroka bertemam" ( الكامل في التاريخ ) Rûpel: 244.
- ^ Dîroknas Yaqut el-Hemawî (ياقوت الحموي الرومي) pirtûka wî "Mu'cem al-Buldān (معجم البلدان)".
- ^ Rûpel: 821. https://books.google.com.tr/books?id=jJY3AAAAIAAJ&pg=PA821&dq=In+the+7th+/+13th+century+Y%C4%81%C4%B7%C5%ABt+uses+the+names+L%C5%ABr+,+Lurr+,+to+mean+the+%E2%80%9C+Kurd+tribe+living+in+the+mountains+between+Kh%C5%ABzist%C4%81n+and+Isfah%C4%81n+%E2%80%9D+;+he+calls+the+country+inhabited+by+it+bil%C4%81d+al+-+Lur+,+or+Lurist%C4%81n&hl=tr&sa=X&ved=2ahUKEwihgp-_5ufzAhXrSPEDHQvXCDgQ6AF6BAgDEAM#v=onepage&q=In%20the%207th%20%2F%2013th%20century%20Y%C4%81%C4%B7%C5%ABt%20uses%20the%20names%20L%C5%ABr%20%2C%20Lurr%20%2C%20to%20mean%20the%20%E2%80%9C%20Kurd%20tribe%20living%20in%20the%20mountains%20between%20Kh%C5%ABzist%C4%81n%20and%20Isfah%C4%81n%20%E2%80%9D%20%3B%20he%20calls%20the%20country%20inhabited%20by%20it%20bil%C4%81d%20al%20-%20Lur%20%2C%20or%20Lurist%C4%81n&f=false
- ^ https://books.google.com.tr/books?id=jJY3AAAAIAAJ&printsec=frontcover&hl=tr&source=gbs_ge_summary_r&cad=0#v%3Donepage%26q%26f%3Dfalse
- ^ Dîroknas Mesûdî ( أَبُو ٱلْحَسَن عَلِيّ ٱبْن ٱلْحُسَيْن ٱبْن عَلِيّ ٱلْمَسْعُودِيّ ) Pirtûka wî "Pêşvebirê Zêr û Mîneralên Bingehîn" ( مُرُوج ٱلذَّهَب وَمَعَادِن ٱلْجَوْهَر )
- ^ https://www.cgie.org.ir/fa/publication/entryview/8119
- ^ https://books.google.com.tr/books?id=jJY3AAAAIAAJ&pg=PA821&dq=encyclopedia%20of%20islam%2C%20According%20to%20the%20Sharaf-nama(i%2C%2026)%20all%20these%20tribes%20also%20came%20from%20Syria%20.&hl=tr&sa=X&ved=2ahUKEwixpoLf7NPzAhVHRvEDHZodCToQuwV6BAgDEAY#v=onepage&q=encyclopedia%20of%20islam%2C%20According%20to%20the%20Sharaf-nama(i%2C%2026)%20all%20these%20tribes%20also%20came%20from%20Syria%20.&f=false
- ^ Şerefname'yê daxîne û rûpela heştê (80) binêre: https://wesanxaneyaazad.net/wp-content/uploads/2020/09/SEREFNAME_SEREFXANE-BEDLISI.pdf Girêdana arşîvê 2020-10-19 li ser Wayback Machine
- ^ https://books.google.com.tr/books?id=zDRGO6EgapMC&pg=PA203&redir_esc=y
- ^ Rêwîtiya Marco Polo: Çapa Tevahiya Yule-Cordier: … Rûpel: 85.
- ^ https://books.google.com.tr/books?id=RhE5ZUcZ_Q4C&printsec=frontcover&dq=the+travels+of+marco+polo&hl=tr&sa=X&redir_esc=y#v=onepage&q=the%20travels%20of%20marco%20polo&f=false
- ^ Wergera tirkî ya cilda çaran a “Seyahatnâme”yê ji lînka jêrîn daxine û li rûpelên 677, 680 binêre: https://turuz.com/storage/Manuscripts/2011/097-(4)Evliya_chelebi_Seyahatnamesi_(4).pdf
- ^ Kronografiya Bar Hebraeus (The Chronography of Bar Hebraeus), Wergera ji Suryanî: E. A. Wallis Budge (London, 1932), Rûpel: 375.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |