Buxarî
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê |
Al Bukhari Memorial (d) |
Navê rastî |
محمد بن إسماعيل البخاري |
Hevwelatî | |
Sernavê rûmetî | |
Pîşe | |
Bav |
Ismail ibn Ibrahim (en) |
Qada xebatê |
Ilmê hadîsê (en) |
Xwendekarê |
Îmam Ahmed b. Hanbel, Ishaq Ibn Rahwayh (en), Yahya ibn Ma'in (en), Ali ibn al-Madini (en), Al-Darimi (en) |
Sehîhî Buxarî, al-Adab al-mufrad (d), al-Tārīkh al-kabīr (d), Q19492250, Q19455078 |
Ebû Ebdullah Muhemmed ibn Îsmaîl Elcûfî Elbuxarî an bi navê kurtî Buxarî 21ê Temûza sala 810an wek neviyê farisekî ji Buxarayê hate dinê. Hîn yanzdeh salî bû dest bi xwendina zanistiya hedîsan kir û şanzdeh salî çû Mekeyê û Medîneyê heca xwe kir. Li wê derê li zanistên herî bi nav û deng yên hedîsan guhdarî kir. Paşê çû Misirê û şanzdeh salan li Asyayê geriya, ji van şanzdeh salan pênc li Besrayê borandin. Ew vegeriya axa bav û kalê xwe û li wir 31ê tebaxa sala 870î mir. Ew bi pirtûka xwe ya hedîsan bi navê Camî us-sehîh bi nav û deng bûye. Di vê pirtûkê de wî ji hezaran hedîsên ku di dema gera xwe da naskiribûn tenê yên ku rastiya wan li gor îsnadê isbatbûyî bûn kom kirin. Ango eger ev hedîs li gor rêza kesên gotî bigihişta heta dema Muhemmed pêxember, wî hingî ev hedîs wekî rast dipejirand û kom dikir. Ev berhem yek ji şeş pirtûkên hedîsan e ku ji aliyê Îslam a sunnî tên pejirandin.
Berhemên Buxarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Et tarix el Kebir (Sixir tê gotin)
- Es Sulasiyat
- El Edeb el Mufred (Hedîsên li ser exlaq tê de hene)
- Xelqu-u Ef'ali'l îbad
- Raf'ul-Yedeyn fi's-Salah
- Kîtabu Duafaus-Sagîr
- Kîtabu'l Kuna
- Kîtabu'l-Kiraati Halfe'l-imam
- Halku'l-Ef'ali'l-ibâd ve'r-Redd Ale'l Cehmiyye
- El-Akîde yahut et-Tevhîd
- Abaru's Sifat
Jêder
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Jockel, Rudolf (Hrsg.); Islamische Geisteswelt: Von Mohammed bis zur Gegenwart, München 1981
- Encyclopedia of Islam; I, 816-817: Al-Bukharî (C. Brockelmann)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |