Bedrettin Dalan
Şaredarê Stembolê (d) | |
---|---|
- | |
Abdullah Tırtıl (d) | |
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê |
Jidayikbûn | |
---|---|
Hevwelatî | |
Perwerde | |
Pîşe | |
Partiya siyasî |
Partiya Navenda Demokrat (en) |
Xelat |
Bedrettin Dalan (jdb. 19ê tîrmeh 1941ê, li Eskişehir, Tirkiye) siyasetmedar û endezyar e ku ji 1984an heta 1989an şaredarê Stembolê bû.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bedrettin Dalan di 1941ê de li Eskişehirê wekê lawekî malbateke kurdan[1] de ku ji parêzgeha Baybûrdê koç bûye ji dayik dibe. Piştî xilaskirina lîseyê li Aydînê, Dalan li Zanîngeha Teknîkî ya Stembolê endezyariya elektrîkê xwendiye.
Kariyer
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kariyera siyasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 1983an de Dalan bû endamê Partiya Welatê Dayikê ku ji aliyê Turgut Özal ve hatiye damezrandin. Di 23ê adara 1984an de ew wek şaredarê bajarê Stembolê hat hilbijartin. Di vê pozisyonê de wî heya 28ê adara 1989an xebitî.
Dûre di 17ê gulana 1990an de partiya xwe, Partiya Navenda Demokrat (bi tirkî: Demokrat Merkez Partisi, DMP) ava kir û bû serokê wê. DMP di 14ê îlona 1991ê de bi partiya rastgir û kevneperest a Süleyman Demirel, Partiya Rêya Rast (bi tirkî: Doğru Yol Partisi, DYP) re bû yek. Di hilbijartinên giştî yên wê salê de ji bo endamtiya parlamenê berendam bû û bû parlamenterê parêzgeha Stembolê. Piştî dewrek li parlamenê, dest ji siyasetê kişand.
Kariyera akademîk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bedrettin Dalan wekî rêveberê payebilind di karsaziyê de xebitî û li Zanîngeha Marmarayê û li Akademiya Hunerên Bedew a Stembolê mamostetî kiriye. Wî Weqfa Perwerdehî û Çand a Stembolê û gelek saziyên perwerdehiya taybet ên bi prestîj ên wekî dibistanên seretayî û duyem, dibistanên navîn û amadeyî vekiriye. Di 1996an de weqfê li Stembolê zanîngehek bi navê Zanîngeha Yedîtepe ava kiriye. Bedrettin Dalan wekê serokê lijneya ewlekariyê ya weqfê xebitiye.
Darizandinên Ergenokonê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dalan di darizandina Ergenekonê de hatiye sûcdarkirin û ji ber ku wê demê li derveyî welat bû ji bo wî biryara lêgerîna înterpolê ya sor hatibû dayîn. Di dawiya sala 2011an de Almanyayê daxwaza radestkirina Dalan red kiriye.[2] Di nîvê sala 2009an de muhasebevanê Zanîngeha Yedîtepe ya Dalan 5 milyon lîreyên tirkî ji muhasebeyên xwe vala kiriye û ji welêt derketiye.[3] Dozger îdîa dikin ku Dalan "hejmara sêyem" a Ergenekonê bû û yek ji mîmarê "derbeya post-nûjên" a 1997an bû.[4]
Jiyana şexsî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bi Ayseli Dalan re zewicî ye û du kurên wan ên bi navê Barış û Altay Burak hene.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Akman, Nuriye (18 gulan 2003). "30 bin kelimelik bir Kürtçe roman yaz, bastırması benden". Zaman (bi tirkî). Ji orîjînalê di 9 çiriya pêşîn 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2020.
- ^ Today's Zaman, 15 December 2011, Germany refuses to extradite Ergenekon suspect Dalan Girêdana arşîvê 3 sibat 2012 li ser Wayback Machine
- ^ Today's Zaman, 6 August 2009, Dalan's accountant leaves country with TL 5 million
- ^ Today's Zaman, 1 May 2009, Dalan was Ergenekon’s number three, says prosecution Girêdana arşîvê 1 sibat 2014 li ser Wayback Machine