Petra
Petra | |
---|---|
Bajarê kevnare, bajar, cihê turîstîk û şûnwarê arkeolojîk | |
Petra li ser nexşeyê | |
Koordînat: 30°19′44″Bk 35°26′25″Rh / 30.32889°Bk 35.44028°Rh | |
Dewlet | Urdun |
Li beşa îdarî | |
Paytexta | |
Dema avabûnê | 800 b.z. |
Bilindahî | 800 m (2600 ft) |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Petra (bi yewnaniya kevn: Πέτρα "kevir"; bi erebî: ٱلْبَتْرَاء, lat. al-Batrāʾ, bi eslê xwe ji niştecihên wê re wekî Raqmu (bi Nabatî: 𐢛𐢚𐢒 or 𐢛𐢚𐢓𐢈, *Raqēmō tê zanîn[1]) bajarokekî dîrokî yê dêris (xerabe) li Urdunê ye. Ev şûnwarê dîrokî bi avahîsaziya xwe ya kevirî û pergalên kanalên avê navdar e. Jê re "Bajarê Gulê" jî tê gotin ji ber rengê kevirê qûmê yê ku jê hatiye xemilandin.[2] Bajar yek ji heft nuwazeyên nû yên cîhanê ye û di nav kelepûra cîhanî ya UNESCO de ye.[3] Bajarokê antîk ji şarezayiya Nebatiyan e û beriya ku têkeve destê Romayiyan demekê dîrêj ji wê re paytextî kiriye.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Serdema neolîtîk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Devera derdora Petra ji sala 7000ê b.z. ve di serdema neolîtîk de hatiye niştecîhkirin[4]. Li gorî bermahiyên arkeolojîk hin ji cotkarên herî kevn ên tomarkirî li Beidha, rûniştgehek neolîtîk li bakurê Petra bi cih bûne.[4]
Serdema bronz
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Petra di çavkaniyên Misira kevnare de bi tîpên Amarna wekî Pel, Sela, an Seir hatiye navnîş kirin.[5]
Serdema hesini
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Serdema hesinî ya bajarokê di navbera 1200 û 600 B.Z. de dom kir. Di wê demê de, herêma Petra ji aliyê gelê Edomî ve hatibû dagirkirin. Veavakirina çiyayên li Petra hişt ku ji bo Edomiyan depoyek avê were peyda kirin. Vê yekê Petra kir rawestgehek ji bazirganan re, û ew kir herêmek berbiçav ji bo bazirganiyê. Tiştên ku li vir bazirganî dihatin kirîn û firotin şerab, rûnê zeytûnê û dar bûn.
Di destpêkê de, Edomî bi koçeran re dijiyan, yên ku di dawiyê ji vê derê veqetiyan, lê Edomî man û berî derketina Nabatiyan mohra xwe li Petra dan. Tê gotin ku bi hatina Nabatiyan 10.000 mêr ji çiyayê Umm el-Biyara hatine avêtin, lê rastiya vê bûyerê ji aliyê zanyaran ve hatiye nîqaşkirin.[6]
Pêşketina Petra di hukmdariya Nabatiyan de
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bajar dû re ji aliyê Nabatiyan, gelê ereb yê koçer ve, di sedsala 4an BZ de hatiye niştecîkirin. Petra paşê di sedsala 2mîn BZ de bûye paytexta Padîşahiya Nabatiyan .[7] Nabatiyan ji ber nêzîkbûna wê ya bi riyên bazirganiya bixûrê re li Petra veberhênan kirin. Bi vî rengî bajarok wergeriya navendek bazirganiya herêmî ya sereke, ku ji gel re dahatek berbiçav bi dest xist.[8] Berevajî dijminên xwe, Nabatiyan ji bo li çolan bijîn, bi vî awayî karibûn padîşahiya xwe biparêzin. Ew bi taybetî di çandinî, kolandina keviran û berhevkirina ava baranê de jêhatî bûn.
Petra di sedsala 1mîn a p.z. de pêş ket, dema ku avahiya wê ya El-Xezne, dibe ku goristana qralê nabatayî Aretas IV be, hate avakirin û gelheya wê bi texmînî 20,000 niştecî bû.
Serdema romayî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Welatê Nabateya di sala 106 p.z. de kete destê Romayiyan, ku ew pêve kirin û navê wê kirin Arabia Petraea.[9] Gava ku rêyên bazirganiya deryayê derketin holê, girîngiya Petra kêm bû, û piştî erdhejek di 363 de gelek avahî hilweşand.
Serdema bîzansî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di serdema Bîzansiyan de, çend dêrên xiristiyanan hatin çêkirin, lê bajar ber bi paşveçûyîna xwe ve berdewam kir û di destpêka serdema îslamî de, ji bilî çend koçeran ew hat terikandin. Bajarok ji cîhana rojavayî re heta sala 1812 nenas ma, heta ku gerokê swîsrî Johann Ludwig Burckhardt ew ji nû ve keşif bike.[10]
Ji nû ve vedîtina Petrayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bajarok di sala 1812an de ji aliyê gerevanê swîsreyî Johann Ludwig Burckhardt ji nû ve hatiye vedîtin. Tê texmînkirin ku bi belavbûna ola mesîhî li seranser herêmê, bingeha aboriya berê hate hilweşandin û Petrayê jî êdî girîngiya xwe windakir. Ji ber sedemên aborî, bajar tê terkandin û heya vedîtinê tê jibîrkirin.
Li bajarokê di dema Romayiyan de jî gelek şaheser hatine çêkirin. Şanoya wê gelek balkêş e û ji seranser cîhanê tûrîstan dikişîne.
Parastin û turîzma Petrayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Baarokê dîrokî yê Petrayê di sala 1985an de kete bin parastina UNESCO û di sala 2007an de jî ketiye lîsteya heft bêhempayên nû yên cîhanê.
UNESCOyê Petra wekî "yek ji hêjatirîn milkên çandî yên mîrasa çandî ya mirovan" binav kir. Petra îro sembola Urdunê ye, her wiha cihê geştiyariyê ya Urdunê ye ku herî zêde tê ziyaret kirin. Hejmara geştiyaran di sala 2019an de gihîştiye 1,1 milyonî, ev yekem car e ku ev hejmar ji 1 mîlyonî derbas dibe. Tûrîzma li bajarê dîrokî ji hêla pandemiya COVID-19 ve pir zirar dît lê di demek kurt de wê dîsa ber bi başbûnê ve çû û di sala 2022an de gihîşt 905,000 mêvanan.[11]
Galerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Men on the Rocks: The Formation of Nabataean Petra - Google Boeken". web.archive.org. 18 adar 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 18 adar 2020. Roja gihiştinê 11 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ MAT, Mahmut (7 kanûna paşîn 2023). "The Petra in Jordan » Geology Science". Geology Science (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 11 îlon 2024.
- ^ "Petra, Jordan Archaeology and History | National Geographic". web.archive.org. 10 çiriya pêşîn 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 10 çiriya pêşîn 2019. Roja gihiştinê 11 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ a b "Petra". web.archive.org. 4 kanûna pêşîn 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 kanûna pêşîn 2017. Roja gihiştinê 11 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Leoussi, Athena (12 kanûna pêşîn 2006). Nationalism and Ethnosymbolism: History, Culture and Ethnicity in the Formation of Nations (bi îngilîzî). Edinburgh University Press. ISBN 978-0-7486-2935-0.
- ^ "Petra | Bible Interp". bibleinterp.arizona.edu. Roja gihiştinê 11 îlon 2024.
- ^ "Petra, Jordan Archaeology and History | National Geographic". web.archive.org. 20 kanûna pêşîn 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 10 çiriya pêşîn 2019. Roja gihiştinê 11 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Retrieving the Past: Essays on Archaeological Research and Methodology in ... - Google Книги". web.archive.org. 14 hezîran 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 14 hezîran 2020. Roja gihiştinê 11 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Ancient Petra Jordan's Lost Oasis". web.archive.org. 6 tebax 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 tebax 2020. Roja gihiştinê 11 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "ART REVIEW; Rose-Red City Carved From the Rock - The New York Times". web.archive.org. 28 kanûna pêşîn 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 28 kanûna pêşîn 2017. Roja gihiştinê 11 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Petra welcomed 905,000 visitors in 2022 — PDTRA". Jordan Times (bi îngilîzî). 2 kanûna paşîn 2023. Roja gihiştinê 11 îlon 2024.
Girêdanên gerdê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Wikimedia Commons medyayên di warê Petra de hene