Julian Schwinger
Julian Seymour Schwinger (jdb. 12ê sibata 1918an li New York; m. 16ê tîrmeha 1994an li Los Angeles) yek ji giregirê angaştvanên fîzîknasiyê yê Amerîkayî ye. Bi tevî Richard P. Feynman û Sin-Itiro Tomonaga sala 1965 de guncavê Xelata Nobel a fîzîkê-Xelata Nobelê hatiye dîtin. Xelat „ji bo lêkolînên giranbiha li ser elektrodînamîka qûantan kiriye û cîhana fîzîka parçeyên elementaran bipêşxistiye“ lê hatiye dayîn.
Julian Schwinger | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 12 sibat 1918 |
Mirin | 16 tîrmeh 1994 Los Angeles |
Sedema mirinê | Pancreatic cancer (Sedemên sirûştî) |
Cihê goristanê | Mount Auburn Cemetery |
Hevwelatî | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
Perwerde | |
Pîşe | |
Xebat | |
Xelat |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Jiyan û girîngî
biguhêreSchwinger li kolêja bi navê City College û li Zanîngeha Columbia perwerde dîtiye. Sala 1939ê xwendina zanîngehê ya bingehîn li cem fîzîknasê navdar Rabi bidawîkiriye.
Paşê diçe cem Robert Oppenheimer, Berkeleyê û li Zanîngeha Purdue dersdariyê dike.
Sala 1950 teoriya efektîv-ranjê bipêş dixe, giraniyê dide Strûktûra Spin-Isospin. Di şerê 2. de di laboratûara radyasyonê yaMIT de, li ser projekta radaran dixebite. Li ser elektromanyetîk radyasyon, prînsîpên bandora qûantan (rêbazên varyasyonê), cîhana pêlan û kontrolkirina wan ûêd. gelek nivîsaran dinivîsîne.
Piştî şer îcar bala xwe dide elektrodînamîka qûantan. Di nava salên 1945-1972 li Zanîngeha Harvard dersdariyê dike.
Sala 1947 marî dibe (dizewice).
Berhem
biguhêreJi Schwinger:
- Classical Electrodynamics (The advanced book program),1998 Westview Pr
- Selected works, 1977 (bi şîroveyek (gelek) kurt ji aliyê Schwinger bi xwe)
- Einsteins Erbe - Mîratê Einstein, Weşanxaneya Spektrum (pirtûkek popûlar, herwiha mîsoger li ser angaşta relatîvîtiyê, cara pêşîn 1985)
- wekî weşanger: Selected papers on Quantumelectrodynamics, dover (pêşîn 1957, xebatên klasîk ên bi ferdî, Schwinger, Feynman)
- QED - an individual view, J. physics, Bd. 43, 1982, herwiha L. Brown, Hoddeson „The birth of particle physics“, 1983
Li ser Schwinger (îngîlîzî):
- Jack Ng (Hrsg.) Julian Schwinger, world scientific 1996 (bi tevkariya Freeman Dyson û Schwinger bi xwe, û ya George Green „The greening of quantum field theory -- George Green and I“)
- Jagdish Mehra, Kimball Milton Climbing the mountain -- the scientific biography of Julian Schwinger, Oxford 2000
- Schweber QED and the men who made it, Princeton 1994
- ders. The sources of Schwingers Greens functions, Proc.Nat.Acad. Bd.102, 2005, S.7783
- Martin, Glashow, Nachruf in physics today Oktober 1995
- Jeremy Bernstein A theory of everything, Springer 1996 (bi tevî Essay bo Schwinger)
Girêdanên derve
biguhêre- Jînenîgarî, Zanîngeha St.Andrews
- Jînenîgarî ji Milton 2006
- Schwinger QED and the magnetic moment of the electron, Physical Review 1948 Girêdana arşîvê 2008-04-20 li ser Wayback Machine
- Schwinger On the spin of the neutron, Physical Review 1937 Girêdana arşîvê 2008-04-20 li ser Wayback Machine
- Hin xebatên Schwinger ên "Proceedings of the National Academy of Sciences" li vir online tên pêşkêşkirin: [1]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |