Gola Xamirpêtê
goleke tektonîk
Gola Xamirpêtê yan jî Xamirpêta Mezin goleke tektonîk e û gola herî bilind ê li Bakurê Kurdistanê ye ku gol di navbera navçeyên Gimgim û Xinûsê de ye.
Gola Xamirpêtê Akdoğan Gölü | |
---|---|
Gola biçûk | |
Bilindî | 2.149 m |
Rûber | 1.088 km2 |
Kûrahî | 21-47 (47 mêtre kûrahiya gola biçûke) m |
Koordînat | 39°8′24″Bk 41°44′28″Rh / 39.14000°Bk 41.74111°Rh |
Cure | Tektonîkî |
Li ser çiyayên Xamirpêtê ye. Bilindahiya golê ji asta deryayê 2.149 metre ye û kûraniya golê jî li dora 0-21 metre ye. Rûbera golê 1.088 km² ye. Ava zêde ya golê diherike çemê Îskender.
Erdnîgarî
biguhêreFlora
biguhêreLi gola Xamirpêtê giyayên wek kimkork û helîz, kardî, gûlik, kereng, ribêz, tirşo, pepikên hirçê, mendik, kaşim û gonî hene. Darberû, kenêr, guvîj, hirmî, sêv û şîlan darên din ên li herêmê ne.
Gola Mezin
biguhêreGola Mezin 21 metre kûr û 2.149 metre ji asta deryayê bilind e. [1]
Gola Biçûk
biguhêreGola Biçûk 47 metre kûr e. Gola dorveger li bilindahiya 2.173 m ye. Gola ku li jorê ye, di binê gola Xamirpêtê ya Mezin de diherike.[2]
Mijarên têkildar
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ "Hamurpet (Akdoğan) Gölü". Muş İl Kültür ve Turizm Müdürlüğü (bi tirkî). Ji orîjînalê di 28 tîrmeh 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 îlon 2023.
- ^ "Hamurpet (Akdoğan) Gölü". T.C. Kültür ve Turizm Bakanlığı (bi tirkî). Roja gihiştinê 25 îlon 2023.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |