Cûcikkebab
Cûcikkebab, cûcekebab, biraşkek (kebab) ji goştê ferîk û zîxankan, ango bêçeyan (çêt, ferûc, şelûvk, varik) e. Di orjînalê de bi goştê cûcikê bûye, navê xwe ji wir girtiye. Faris jūje-kabāb (farisî: جوجهکباب) dibêjin. Bi heman navê derbasê romiyan (tirk) jî bûye, li Tirkiyeyê jê re cüce kebap dibêjin. Di pêjgeha Azerbaycanê de bi navê Cücə kabab derbas dibe. Li Îranê kebabeke navdar e.
Cûcikkebab | |
---|---|
Pêk tê ji | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Berpijiya (melzemeyê pijînê) vê kebabê
biguhêre- 285 gr goştê ferûcê yan di wê giraniyê de ferûcek (bêçe, varik)
- 1 serî pîvaz
- 1/2 lîmon (ava hinarê jî dibe)
- 10-15 gr to
- Xwê (solin)
- Qevdekê yan li ser daxwazê zêde gijnîj (10-15 gr, pêşniyar)
- Qevdekê yan zêde bexdenûs an cehperî (ji gêjnakan) (10-15 gr, pêşniyar)
- Îsota pûlpelî (îsota tûj, îsota sor)
Amadekirin
biguhêreVarika xwe amade bikin, pakij bişon û bikin du qet. Xwê, biharatê pê werbikin, li şîşan bixin. Toyê li rûyê goşt bidin, bidin ser mantêzê (manqel).
Binikên xwarinê bînin, goştê pijiyayî parve bikin. Lîmonê ziravkî kerî bikin û pîvazê xelekî hûr bikin, bi vana binikan bixemilînin. Bo servîsê amade ye.
Çavkanî
biguhêreGirêdanên derve
biguhêre- (farisî) Cûcikkebab.
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |